Îsraîlê 90 girtiyên Filistînî berdan

Di çarçoveya lihevkirina di navbera Hamas û Îsraîlê de 90 girtiyên jin û zarok ên Filistînî ji Girtîgeha Leşkerî ya Oferê ya li Şerîaya Rojava hatin berdan.

20.01.2025, Pts - 07:30

Îsraîlê 90 girtiyên Filistînî berdan
Nuçe Belav bike

Filistînî ji bo pêşwazîkirina 90 dîlên ku ji Girtîgeha Oferê hatin berdan li bajarokê Beytunyayê yê Ramalahê kom bûn.

Otobusa ku girtiyên Filistînî tê de bûn û di bin çavdêriya Xaça Sor a Navneteweyî de bû, ji Girtîgeha Oferê derket.

Otobûs ji Beytunyayê ber bi Meydana Manarayê ya Ramalahê ve çû û girtî dê li wir hatin radestkirin.

Filistîniyên ku leşkeran ji rê dûr xistibûn, dema ku otobus dît bi coş û kêfxweşî fîkand û wan dirûşm bilind kirin.

Hat ragihandin ku ji 90 girtiyên ku hatine berdan 69 jin û 20 zarok jî in.

Medyaya Îsraîlê diyar kir ku 78 ji girtiyên ku ji Girtîgeha Oferê hatine berdan ji Şerîaya Rojava û 12 ji wan jî ji Rojhilatê Qudsê ne.

Ev lihevkirin di çarçoveya agirbestê de hatiye kirin û li gorî wê doh 3 dîlên Îsraîlî yên jin hatibûn berdan.

Li gorî lihevkirinê, divabû li beramberî wan 3 jinên Îsraîlî 90 girtiyên Filistînî bên bihata berdan û ev pêk hat.

 

Vî nûçeyê tevayî: 735 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:34:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x