Israîlê kuştina Yehya Sînwar ragehand

Artêşa Israîlê kuştina Serokê Bizava Hemasê Yehya Sînwar di operasiyoneke xwe ya li ser kertê Xezzeyê de ragehand. Kanala 13ê ya Israîlî jî eşkere kir ku, navbirî li devera Til Sultanê ya Refehê hatiye kuştin.

18.10.2024, Cum - 10:36

Israîlê kuştina Yehya Sînwar ragehand
Nuçe Belav bike

Çend çavkaniyan duh (Pêncşem, 17.10.2024) ji kanala Hedesê re ragehand ku, pişkinîna destpêkê ya DNA ji bo wî termî hatin kirin, ku goman dihat kirin Serokê Bizava Hemasê Yehya Sînwar be, û encamê wê pişkinînê jî erênî bû.

Her îro artêşa Israîlê jî ragehand, “Yehya Sînwar di operasyonekê de li kerê Xezzeyê hat kuştin.” Herwesa kanala 13ê ya Israîlî jî eşkere kir ku, Sînwar li devera Til Sultanê ya Refehê hatiye kuştin.

Herwesa Desteya Pexşê Israîlê û Radyoya Artêşa Israîlê jî kuştina Yehya Sînwar piştrast dikin.

Îro balafirên şerî yên Israîlê êrîşek kir ser kempekê, ku awareyên Cebeliyaya bakurê kertê Xezzeyê lê akincî ne, û bi kêmî ve 22 kes kuştin û bi dehan kes jî birîndar kirin.

Artêşa Israîlê ji aliyê xwe ve ragehand, “Me êrîşeke tund kir ser civîna Hemas û Cîhadiya Îslamî li nav kempekê li bakurê Xezzeyê, ku pêştir dibistan bû.” Amaje jî da, “Bi dehan çekdarên Hemasê li cihê wê armancê bûn.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 53 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:23:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x