Îsraîlê li Şamê êrişî çend cihên leşkerî kir

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku hêzên asimanî yên wî welatî li başûrê Şama paytexta Sûriyeyê çend cihên leşkerî bombebaran kirin.

26.02.2025, Çar - 12:08

Îsraîlê li Şamê êrişî çend cihên leşkerî kir
Nuçe Belav bike

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku armanca van êrişan ew e ku hêzên Sûriyeyê yan jî komên din, herêma tampon a li başûrê Sûriyeyê bin pê nekin.

Li gorî nûçeyên medyaya Libnanê, Hêzên Parastina Îsraîlê êrişî çend navendên leşkerî yên li başûrê Şamê kiriye.

Hêzên Parastina Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe ya li ser êrişan de ragihand ku "Hebûna hêz û saziyên leşkerî li başûrê Sûriyeyê ji bo hevwelatiyên Îsraîlê tehdîdek e."

Berdevkê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê jî piştî êrişan daxuyaniyek da û got ku Hêzên Asimanî yên Îsraîlê “bi şêweyekî xurt” êrişî başûrê Sûriyeyê kiriye û wî ew êriş wekî “beşek ji siyaseta nû ya pêkanîna ewlehiyê ya li başûrê Sûriyeyê” bi nav kir.

Berdevkê Wezîrê Parastinê got jî "Em destûrê nadin ku başûrê Sûriyeyê bibe wekî başûrê Libnanê."

 

Vî nûçeyê tevayî: 721 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x