Îsraîlê xaleke nêzîkî Koşka Serokatiyê ya Sûriyeyê da ber bombeyan

Serokwezîrê Îsraîlê Binjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz eşkere kir hêzên wan li nêzîkî Koşka Serokatiya Sûriyeyê êrişî xalekê kirine.

02.05.2025, Cum - 10:40

Îsraîlê xaleke nêzîkî Koşka Serokatiyê ya Sûriyeyê da ber bombeyan
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li nêzîkî Qesra Serokatiyê ya li paytexta Sûriyeyê Şamê armancek daye ber êrişê.

Li gorî nûçeya televîzyona KANê ku televîzyona dewletê ya Îsraîlê ye Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz, derbarê êrişa li ser Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar da.

“Erişa li dijî Durziyan nayê qebûlkirin”

Di daxuyaniyê de amaje bi şer û pevçên di navberea hêzên Şamê û Durziyan hat kirin û wiha hat gotin:

"Me li nêzîkî Koşa Serokatiyê ya li Şamê êrişî armancekê kir. Em dê destûrê nedin ti gefên li dijî Durziyan."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê destûr neyê dayîn ku ti hêz li başûrê paytexta Şamê bicih bibin û tê de hat gotin: "Ev peyameke zelal e ji rejîma Sûriyeyê re. Em dê destûrê nedin ti gefên li dijî civaka Durziyan jî."

Israel Katz, doj jî amaje bi şer û pevçûnên komên Durziyan hêzên Sûriyeyê kiribû gefa li ser êrişê li rêveberiya Şamê xwaribû.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê di daxuyaniya xwe de gotibû: "Eger êrişên li ser Durziyan (li Sûriyeyê) berdewam bikin, em dê bertekeke tund nîşan bidin."

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî duh di axaftina xwe ya li resepsiyonekê de, bang li civaka navneteweyî kiribû ku midaxeleyî Sûriyeyê bikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 129 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:05:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x