Ji 5 welatên mezin ên cîhanê piştgirî: Em bi Îsraîlê re ne

Rêvebirên Amerîka, Fransa, Almanya, Îtalya û Brîtanyayê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê ragihand.

10.10.2023, Sal - 17:16

Ji 5 welatên mezin ên cîhanê piştgirî: Em bi Îsraîlê re ne
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Melonî, Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak û Serokê Amarîkayê Joe Biden li ser êrişên Hemasê daxuyaniyeke hevbeş parve kir.

Rêvebiran di daxuyaniyê de got:

“Em piştgiriyê didin mafên rewa yên Filistînê. Em ji bo Filistîn û Îsraîlê edalet û azadiyeke wekî hev dixwazin. Hemas nûnertiya van daxwazan nake û çalakiyên wan tenê bi kêrî xwînrijandinê tên.”

“Em piştgiriyê didin Îsraîlê”

Di daxuyaniya hevpar de herwiha van îfadeyan cih girt:

“Em eşkere dibêjin: Aliyekî rewa û mafdar ê êrişên Hêmasê nîne. Pêwîst e çalakiyên terorê yên Hemasê bi awayekî gerdûnî werin şermezarkirin.

Îsraîl li hemberî wehşeta Hemasê gelê xwe diparêze, em jî piştgiriyê didin hewldanên Îsraîlê.

Herwiha em eşkere dibêjin ku ev pêvajo ne pêvajoya berjewendiyan e. Pêwîst e aliyên dijminatiya Îsraîlê dikin nekevin nav hewldanên cuda.”

Baerbockê bangî rêveberiya xweser a Filistînê kir

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbockê ji bo bidawîanîna êrişên li hemberî Îsraîlê bangî Filistînê kir.

Annalena Baerbock dema beşdarî bernameyeke televîzyona ntvyê ya Almanyayê bû peyama xwe ya piştgiriyê bi van gotinan ragihand:

“Bidawîanîna şerê li ser şerîda Xezeyê berpirsyariya rêveberiya xweser a Filistînê ye. Em bi hemû derfetên xwe li pişta Îsraîlê ne.

Ji bo ku diravan nedin rêveberiya xweser a Filistînê, em bi Neteweyên Yekbûyî û dezgehên sivîl re dixebitin.

Rast e rast qutkirina alîkariya xurekan dê encamên dijwar bi xwe re bîne. Me îsal 73 milyon euro alîkariya mirovî ji Filistînê re veqetandibû û bêje piraniya wê jî hat şandin.”

Netanyahu: Hamas IŞÎD e!

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di daxuyaniya xwe ya şeva borî de got, “Terorîstên Hemasê zarok girê dan, zarok şewitandin û kuştin. Ev wehşet e. Hemas IŞÎD e.”

Li ser sînorê Îsraîl û Lubnanê îhtîmala eniya duyemîn

Artêşa Îsraîlê got, “roja duşemê gelek gumanbarên biçek xwest ji aliyê Lubnanê ve bikevin nava sînorê Îsraîlê.

Artêşa me hatina gumanbaran asteng kir û li herêmê operasyonên berfireh dan destpêkirin.”

Hizbulaha Lubnanê jî ragihand ku 3 endamên wê, di êrişên îsraîlê de hatine kuştin.

Hizbulahê diyar kir ku wan ji bo tolhildanê, du baregehên Îsraîlê bi mûşekan û topên hewanê kirine hedef.

“Em gelekî nîgeran in”

Rayedarekî payebilind ê Amarîkayê got: “Em gelekî nîgeran in ku Hizbulahê biryareke şaş daye. Hizbulahê di vê pevçûnê de eniyeke duyemîn vekir.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:24:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x