Kurdên li Sûdanê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê dikin

Ji ber şer û aloziyên navxwe yên Sûdanê, Kurdên nişteciyên Sûdanê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêxwaziya Barzanî daxwaza alîkariyê dikin.

26.04.2023, Çar - 05:47

Kurdên li Sûdanê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê dikin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyekê de ku wêneyeke wê ji Kurdistan24ê re hatiye şandin, Kurdên nişteciyên Sûdanê diyar dikin ku zêdetirî 200 malbatên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku xelkê navçeyên Girê Spî, Serê Kaniyê, Efrîn û Kobanê ne, ji ber şer û aloziyan li Sûdanê asê mane.

Yek ji wan welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku niha li Sûdanê ye û navê wî Îbrahîm e, ji Kurdistan24ê re ragihand, zêdtirî 10 sal in ew malbatên Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê dijîn û niha asê mane û ti cihekî wan tune ye ku biçin, ji ber vê yekê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariyê dikin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku niha li Sûdanê ne, amaje bi metirsiya rewşê dikin û dibêjin, di vê rewşê de kes wan napirse û roj bi roj rewşa navxwe ya Sûdanê xirabtir dibe û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Di daxuyaniyê de Kurdên Rojavayê Kurdistanê, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Parêzgariya Hewlêrê daxwaz dikin ku di rewşên awarte de her dem li cem Kurdan rawestiyane û alîkarî û piştevanî pêşkêşî wan kirine û alîkariya wan jî bikin û wan di demeke herî nêz de ji Sûdanê rizgar bikin.

Roja 15ê Nîsana 2023an, li Xertûma paytexta Sûdanê û çendîn bajarên din, di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Bilez de şer û pevçûn dest pê kirin.

Li gor amarên herî dawî, heta niha nêzîkî 450 kes li navçeyên cuda cuda yên Sûdanê hatine kuştin, lê belê rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî tekezî li ser wê yekê dikin ku rewşa mirovî ya li Sûdanê xirab e û hejmara qurbaniyan jî ji vê hejmara ragihandî, zêdetir e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:15:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x