Lehîya Lîbyayê: Li Derneyê hejmara miriyan gihişt 5 hezar û 300î

Hat ragihandin ku li bajarê Derneyê ya li rojhilatê Lîbyayê hejmara kesên ku ji ber lehiyê mirin gihişt 5 hezar û 300î.

13.09.2023, Çar - 06:27

Lehîya Lîbyayê: Li Derneyê hejmara miriyan gihişt 5 hezar û 300î
Nuçe Belav bike

Herwiha bi hezaran kes jî winda ne.

Li gorî nûçeya LANAyê ku ajansa fermî ya Lîbyayê ye, di lehiya ku 10ê Îlonê rabû de hejmara miriyan tenê bajarê Derneyê gihişt 5 hezar û 300î.

“Bi hezaran kes winda ne”

Mihemed Ebulmuşayê rayedarê Wezareta Karên Navxwe ya Lîbyayê got ku "Hejmara kesên ku li Derneyê wefat kir ji 5 hezar û 300î derbas bû. Ji ber lehiyê bi hezaran kes jî winda ne."

Lehiya li Lîbyayê

Serokwezîrê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê Ebdulhemîd Dibeyde ji ber kesên ku di lehiyê de mirine, 3 roj şîna neteweyî îlan kiribû.

Konseya Seroktiyê ya Lîbyayê ji bo herêmên ku di lehiyê da zirar dîtiye banga alîkariya navneteweyî kiribû.

Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî doh bi awayê awarte civiyabû û biryar dabû ku ji herêmên lehiyê zirar daye wan re alîkarî bên kirin.

Hatibû gotin ku di nav 40 salî de li herêmên rojhilatê barana herî gur îsal barî.

Bahoza bi navê Danîelê zirar dabû bajarên Bîngazî, Beyda, Merc, Suse û Derneyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:03:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x