Li Kerkûkê navbera Heşdî Şabî û DAEŞ şer: 9 mirî

Hat ragihandin ku li bakurê Kerkûkê di navbera milîsên tirkmen ê Heşda Şeibî û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şer derket.

17.11.2017, Cum - 07:13

Li Kerkûkê navbera Heşdî Şabî û DAEŞ şer: 9 mirî
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya BasNewsê ku dispêre çavkaniyên ewlehî yên asayîşa Iraqê, li bakurê Kerkûkê di navbera milîsên tirkmen ê Heşda Şeibî û milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê de şer derket. Di encama şer û pevçûnê de 4 milîsên Heşda Şeibî û 5 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.

Çavkaniyê asayîşê ji ajansa nûçeyên a Almanya re ragehand ku hêzeka milîsên Heşda Şeibî li mihwerê bakur ku ji hêza tirkmenan pêk dihat li nêzîkî gundê Dugmat ê ku dikeve başûrê Kerkûkê ketin kemîna milîtanên DAIŞê.

Li gorî agahiyên çavkanî, 4 milîsên tirkmen ê Heşda Şeibî di kemînê de û 5 milîtanên DAIŞê jî di pevçûnan de hatin kuştin.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:29:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x