Li Rojhilat de di 4 şerê muhtemel de rewşa Kurdan!

Ajansa Bloombergê ya Amerîkî dibêje ku rêxistina DAIŞê yê terorîst êdî sikratê dike lê herêma Rojhilata Navîn aram nabe ku pêşbîniya şerekî nifûzê di navbera aktorên herêmî û navdewletî de dike ku hatibûn ji bo şerê tundrewan bikin.

11.11.2017, Cts - 07:03

Li Rojhilat de di 4 şerê muhtemel de rewşa Kurdan!
Nuçe Belav bike

Piştî ku Serokwezîrê Libnanê Seed El Herîrî ji nişkê ve bi daxuyaniyekê ji Erebistana Siûdî îstîa kir û Îran tawanbar kir ku gelacî û xerabiyê li hemû deverên lê bi cih dibe diçîne.

Serokê Peymangeha Rojhilata Navîn ji bo karûbarên stratejîk li Beyrûtê Samî Nadir got, piştî ku aktoran şerê xwe li dijî neyarê xwe yê hevpar bi dawî kir, niha şerê beta dest pê dike û destnîşan kir ku nîşaneyên destpêkê yên vî şerî, pevçûna Erebistana Siûdî-Îranî ye.

Şerê Îran û Erebîstana Siûdî

Li gorî raportê Îran di ser Hizbûllahê re nifûzeke xwe li Libnanê heye lê Libnan yek ji wan dewletên erebî ye ku Îranê hebûna xwe ji dema bûyerên Rojhilata Navîn ên 2011'an ve berfireh kiriye. Bloomberg diyar dike ku Îranê "milîsên şîî" şandine Libnan, Iraq û Avxanistanê daku li dijî komên sunî û çekdarên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê şer bikin û herwiha alîkarî ji koma Ensarulahê re şandine ku ya dawî li Yemenê li dijî Erebistana Siûdî şer dikin. Şirketa Alfê ya Şêwirmendiyê ji bo rîskên siyasî diyar kiriye ku geşeranên li Libnanê jî destnîşan dikin ku "rageşiya navbera Îran û Erebistana Siûdî de dê xerabtir bibe

Şerê Hizbûllah û Îsraîlê

Şerê din jî li gorî raportê şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê ye ku piştî şerê li Sûriyeyê ber bidawîbûnê ve hat, rageşiya navbera herdû aliyan zêdetir bû. Balyozê Amerîkayê yê berê li Îsraîlê Daniel Shapiro teqez dike ku Hizbullah tekane alî ye ku ji kêşeyên Libnanê berpirsyar e û ew dê dest bi şerê Îsraîlê bike daku libnaniyan li dû xwe bîne cem hev.

Ji aliyê din ve, serokên îsraîlî teqez kiribû ku dê rê nedin hebûna Îranê li Sûriyeyê û wan destnîşan kiribû ku dê binesaziya Libnanê bi giştî bikin armanc, ne ku binesaziya Hizbullahê bi tenê lê gelek tişt ji sala 2006an û heta niha guheriye ji ber leşkerên Hizbullahê ji şerê li Sûriyeyê westiyane lê dîsa jî piştî evqas salên ji şerî, tecrubeya wan a şerî jî gelekî zêde bûye.

Herwiha raport diyar dike ku êdî Hizbullah bi çekên girantir û xurttir hatine arastin û şerê nû yê Îsraîlê li dijî Hizbullahê dê li ser du eniyan be; Sûriye û Libnan ji ber Hizbullahê xwe li nêzîkî xeterên Îsraîlê bi cih kiriye.

Şerê Tirk û Kurdan

Şerê sêyem li gorî raportê dê di navbera kurdan û Tirkiyeyê de be, ji ber Tirkiye bûye aktorekî sereke li Sûriyeyê piştî ku tev li hevpeymajna navdewletî ya li dijî DAIŞê bû ya ku Amerîka pêşengiya wê dike û hêzên xwe şandin nac axa Sûriyeyê.

Derbarê tirsên Tirkiyeyê de jî, raport diyar dike ku nîgeraniya Tirkiyeyê tenê ne DAIŞ e lê bi heman awayî ji şervanên kurdên sûrî jî nîgeran e ku destkeftiyên wan ên li seranserî sînorên Tirkiyeyê dibe gef li ser wan ji tirsa ku kurdên wê bixwe jî teşwîq bike lê dîsa jî raport dibêje ku ew rageşî dê nebe rûbirûbineke leşkerî lê Tirkiye her dê hewl bide kurdan dûrî gotûbêjên aştiyê yên li Sûriyeyê bibe daku negihêjin armanca xwe ya xweseriyê.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye herî dawî li dijî beşdarbûna kurdan di civîva diyaloga niştimanî ya li Soçiyê jî derketibû.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî gotibû ku dê "nehêlin korîdoreke terorê li Sûriyeyê çêbibe".

Şerê Kurdan û Iraqê

Şerê çaremîn dê yê kurdan û Iraqê be ku tê pêşbînkirin, piştî têkçûna DAIŞê, giringî bi rewşa navxweyî ya Iraqê bê dayîn. Jixwe referandûma Kurdistanê aloziya navbera Herêma Kurdistanê ya bi petrolê dewlemend û Bexda zêde kir û Hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê rû bi rûyî hev kirin.

Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ya Îran piştgiriya wan dike 16ê Cotmehê de bajarê Kerkûkê ji kurdan stendibû û dûre hemû herêmên nakok jî destên Herêma Kurdistanê derxistibûn ku niha hîn ji Bexda û Hewlêrê li ser gelek mijaran li hev nekiriye û ihtimla şerî heye.

Nadir dibêje: Bijarteya şeşkerî hîn li Iraqê heye…girseya kurdî û sunî yên nerazî hatine piştguhkirin. Ti rêbernameya istiqrarê jî tine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:15:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x