Macron ji bo sivîlan bangî Îsraîlê kir: ‘Raweste’

Serokkomarê Fransayê diyar kir ku di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de sivîl dimirin û got, “Ti hincet û rewatiya vê nîne. Ji ber vê yekê em bangî Îsraîlê dikin ku raweste.”

11.11.2023, Cts - 10:28

Macron ji bo sivîlan bangî Îsraîlê kir: ‘Raweste’
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di hevpeyvîneke taybet a bi televîzyona Brîtanî BBCyê de destnîşan kir ku agirbesta li Xezeyê dê bi kêrî Îsraîlê were.

Macron bi bîr xist ku Fransayê eşkere êrişên Hemasê yên li Îsraîlê şermezar kirin.

Macron li ser hebûna helwesta Amerîka û Brîtanyayê ya ji bo navbera mirovî lê nêzîknebûna agirbestê jî anî ziman:

“Ez hêvî dikim ku ew dê (banga agirbestê) bikin.”

“Ev têkoşîna li dijî terorê ye”

Macron diyar kir ku ew yek ji serkirdeyên yekem e ku di 7ê Çiriya Pêşînê de telefonî Serokkomar û Serokwezîrê Îsraîlê kir û got:

“Di roja yekem de me got ku ev têkoşîna li dijî terorê ye. Ji ber ku ji aliyê rêveberiyeke demokrat ve tê kirin û divê li gorî rêgezên navneteweyî, şer û qanûnên mirovî yên navneteweyî bê kirin.

Lê belê em dibînin ku roj bi roj sivîlên li Xezeyê bi berdewamî tên bombebarankirin.”

Macron bal kişand ku tekane çareserî agirbest e û bersiva pirsa “Îsraîl li gorî rêgezên navneteweyî tevdigere yan na” got, “Ti hincet nînin ku êrişî sivîlan bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:29:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x