Netanyahu careke din bangên agirbestê red kir

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got, “Ji bo çûyîna alîkariyan û derketina dîlan em dê rawestinên biçûk ên taktîkî bifikirin” lê agirbestê qebûl nekir.

07.11.2023, Sal - 11:59

Netanyahu careke din bangên agirbestê red kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu beşdarî kanala nûçeyan a ABCyê bû û li ser zextên ‘agirbestê’ axivî.

Benjamin Netanyahu amaje bi wê yekê kir ku agirbesteke giştî dê hewildanên şer ên welatê wî têk bibe.

Netanyahu diyar kir ku ew dê agirbesta demkî li gorî şert û mercan binirxînin û got:

“Berî niha jî, ji bo çûyîna alîkariyên mirovî û derketina dîlan, me rawestinên biçûk ên teknîkî pêk dianî.

Bêguman ji îro şûn ve jî em dê ji bo van yekan şert û mercan kontrol bikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê dema bidawîbûna pevçûnan nirxand û got:

“Îsraîl dê ji bo demeke nediyar berpirsiyariya ewlekariya giştî ya Xezeyê bigire dest. Me dît ku dema em wê berpirsyariya ewlehiyê negirin dest ka dê çi dibe.”

Li gorî daxuyaniya Kokşa Spî, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Netanyahu bi rêya telefonê, agirbesta mirovî û azadkirina dîlan nîqaş kirine.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokê Amarîkayê piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê dubare kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken dema ji Enqereyê derketibû daxuyanî da û got:

“Ji bo alîkariya Xezeyê gavên berbiçav têne avêtin. Hûn dê di demên pêş de van pêngavên me baştir bibînin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 330 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:10:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x