Netanyahu Wezîrê Parastinê ji kar dûr xist

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ji kar dûr xist.

06.11.2024, Çar - 10:42

Netanyahu Wezîrê Parastinê ji kar dûr xist
Nuçe Belav bike

 Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ji kar hatiye dûrxistin.

Benjamin Netanyahu di daxuyaniyê de diyar kir ku bawerî di navbera wî û Gallant de nemaye.

Li gorî daxuyaniyê Netanyahu gelekî hewl daye ku pirsgirêkên di navbera xwe û Gallant de çareser bike lê ew pirsgirêk çareser nebûne û baweriya wan êdî bi hevdû nemaye.

Li gorî medyaya Îsraîlê, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz wekî Wezîrê nû yê Parastinê hatiye erkdarkirin.

Divê were gotin ku nakokî di navbera Netanyahu Gallant de hebûn.

Netanyahu beriya bi çend mehan jî hewl da bû ku Gallant ji kar dûr bixe lê ji ber xwepêşandanên navxwe û zextên navneteweyî dev ji wê biryarê berdabû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 121 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:42:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x