QSDê derbarê hemleya 3yemîn ya bo kontrol kirina Reqqayê de daxuyanî da

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Telal Silo û Rojda Felat dan zanîn ku pêngava yekem û duyem ên hemleya Xezeba Firatê serkeftî derbas bûne û destnîşan kirin ku dê di pêngava sêyem de jî terorîstên DAIŞê di bajarê Reqqayê de, bifetisînin.

05.02.2017, Paz - 14:54

QSDê derbarê hemleya 3yemîn ya bo kontrol kirina Reqqayê de daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)Telal Silo û Rojda Felat derbarê pêngava 3yemîn a Hemleya Xezeba Firatê axivîn.

Fermandar Rojda Felat diyar kir ku pêngava yekem û duyem ên hemleya rizgarkirina Reqqayê serkeftî derbas bûn û got: ″Dê pêngava sêyem a Hemleya Xezeba Firatê bi du baskan (baskê yekem ji başûrê Bajarokê Silokê û yê duyem jî ji Rojhilatê Reqqayê) dest pê kir. Şervan li her baskekî bi kîlometroyan pêşve çûne.″

Rojda Felat eşkere kir ku wan ji bo destpêkirina pêngava 3yemîn amadekariyên mezin kirine û gelek şervanên ereb jî beşdarî hemleya 3yemîn bûne. Felat, ragihand ku baweriya me xurte ku dê di pêngava nû de serkeftinên pir mezin werin qezenckirin.

Di pêngava sêyem de bajarê Reqqayê tê dorpêçkirin û dor li terorîstên DAIŞê tê girtin.″

Fermandar Telal Silo diyar kir ku hejmara şervanên ereb ên herêmên derdora Reqqayê ku beşdarî hemleyê bûne li dora 4 hezar şervan in û ji aliyê koalîsyona navnetewî ve hatin perwerdekirin. Hêviya me heye ku dê Amerîka bi awayekî xurt piştgiriya hêzên me bike.

Telal Silo destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) hêzeke fermî li ser axa Bakurê Sûriyê ye û li dijî terorîstên DAIŞê şer dike û serkeftinan bi dest dixe.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1487 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x