Serokerkanê Artêşa Îsraîlê ragihand, tevî ku agirbest ketiye warê cibicîkirinê, operasyonên leşkerî yên welatê wî li dijî Îranê bidawî nebûne.
Serokerkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr doh 24ê Hezîranê di civîna Lijneya Serokerkaniya Giştî de axivî û diyar kir, her çend e agirbesta bi Îranê re ketiye warê cibicîkirinê û derbasî qonaxeke girîng bûbe jî, operasyonên li dijî Îranê dê bidomin.
Eyal Zamîr got: "Me bernameya etomî û mûşekî ya Îranê bi salan paş xist, lê girîng e ku em li ser erdê (hişyar) bimînin."
Serokerkanê Îsraîlê amaje bi wê yekê jî kir, ji niha û pê ve ew ê bala xwe careke din bidin ser Xezzeyê, ji bo vegerandina dîlgirtiyan û jinavbirina desthilata Tevgera Hemasê.
Ev daxuyanî piştî ragihandina agirbestê ya ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve tê. Trump îro di peyameke xwe de agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de ragihandibû û gotibû, "Cîhan pêşwaziyê li vê biryarê dike."
Li gorî daxuyaniya Trump, şer dê di nava 24 saetan de bi awayekî fermî raweste, ku dê Îran di 6 saetên pêşîn de û Îsraîl jî di saeta 12an de agirbestê ragihînin.