Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Kurd miletekî mezin in

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar got, “Kurd miletekî mezin in û yek ji wan neteweyan in ku serbixwebûna wan a siyasî nîne.”

11.11.2024, Pts - 10:21

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Kurd miletekî mezin in
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li Qudisê li merasîmekê axivî.

Gideon Saar diyar kir ku Îsraîl li herêmê kêmîne ye û anî zimên:

“Îsraîl li herêmê kêmîne ye, ji ber vê jî bi awayekî xwezayî dibe hevpaymana kêmîneyên din ên li herêmê.”

“Hevpeymanên me yên xwezayî ne”

Gideon Saar amaje bi bindestiya Kurdan jî kir û got:

“Kurd miletekî mezin in û yek ji wan neteweyan in ku serbixwebûna wan a siyasî nîne.

Ew (Kurd) hevpeymanên me yên xwezayî ne.”

“Kurd qurbaniyên zilma Tirkiye û Îranê ne”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê zilma ku Tirkiye û Îran li Kurdan dikin jî bi bîr anî û got:

“Divê kêmîneyên li herêmê hev bigirin.

Kurd qurbaniyên zilma Tirkiye û Îranê ne. Divê Îsraîl destê xwe bigihîne wan û pêwendiyên xwe yên bi wan re (Kurdan) xurt bike.”

Gideon Saar 5ê vê mehê bi biryara Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bûbû wezîrê karên derve.

 

Vî nûçeyê tevayî: 228 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:59:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x