YPG: Şervan derbasî Derazorê bûn

YPGê ragihand, şervanên Hêzên Sûriyeya Demorkratîk derbasî nav Derazorê bûne.

22.02.2017, Çar - 06:33

YPG: Şervan derbasî Derazorê bûn
Nuçe Belav bike

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, bo yekemîn car şervanên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) derbasî nav sînorê parêzgeha Dêrazorê bûn.

Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, YPGê da xuyakirin, ku hêzên HSDê ji aliyê bakurê rojhilatê Dêrazorê ve çûna nav axa wê parêzgehê.

Li gorî nûçeyê, çavkaniyên YPGê dane xuyakirin, ku şer û pevçûn di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê bi giranî didome.

Pêştir Dêrazor di bin kontrola hêzên her du aliyên DAIŞ û hikûmeta Sûriyê de bû.Li Dêrazorê, hêzên Artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê jî car bi car êrişî hev dikin û hewla kontrolkirina tevahiya parêzgehê didin.

Ji aliyekê din ve, operasyona HSDê ya ji bo kontrolkirina Reqayê jî berdewam e, ku niha di qonaxa sêyem de ye.

Herî dawî HSDê ragihandibû, ku ew dê hewl bidin di qonaxa sêyem a operasyona Xezeba Firatê de, rêyên di navbera Reqa û Dêrazorê de kontrol bikin û DAIŞê di nav Reqayê de zêdetir dorpêç bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1555 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:08:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x