3 sal di ser Ukrayna û Rûsyayê re derbas bûn

3 sal di ser êrişa Rûsyayê li hemberî Ukraynayê re derbas dibin û hîn jî paşeroja welatê Volodymyr Zelenskyy ne diyar e.

25.02.2025, Sal - 11:20

3 sal di ser Ukrayna û Rûsyayê re derbas bûn
Nuçe Belav bike

24ê Sibatê 3 salên temam di ser şerê Ukrayna û Rûsyayê re derbas bûn.

Şerê wêranker bandoreke mezin a aborî li jiyana xelkê Ukraynayê kiriye û bêheviyeke mezin li Kieva paytexta Ukraynayê heye.

Piştî ku 20ê Kanûna Paşîn Serokê Amerîkayê Donald Trump çû Koşka Spî hêviya Ukraynayiyan êdî gelekî kêmtir bûye.

Donald Trump rasterast bi Moskowa paytexta Rûsyayê re dest bi dan û standinan kir û diyar kir ku dê şerê Ukraynayê bi dawî bike.

Trump Ukraynayê wekî tawanbarê destpêkirina şer dibîne û eşkere dike ku 300 milyar dolarê Amerîka li Ukraynayê xerc kiriye dê ji Kievê bistîne.

Niha Ukrayna di du şeran de ye, li rojhilatê li eniyên şer li hemberî Putin û li rojavayê jî li hember gotin û biryarên Trump şer de ye.

Derbarê şer çend amar

• Şer 24ê Sibata 2022yan dest pê kir.

• Li gorî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UN Human Rights Council) heta niha herî kêm 12 hezar û 654 sivîl ku 669 ji wan zarok in li Ukraynayê hatine kuştin.

• Li gorî Zelenskyy, 46 hezar leşkerên Ukraynayî hatine kuştin.

• 320 milyar dolar ziyana aborî li Ukraynayê çêbûye.

• 90 hezar leşkerên Rûs hatine kuştin.

• Li gorî Komisyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan (UNHCR), şeş milyon û 906 hezar Ukraynayî koçber bûne.

• 20 hezar zarokên Ukraynayî hatine revandin.

• Rûsyayê 25 hezar û 600 êrişên asmanî li Ukraynayê pêk anîne.

• Rûsyayê nêzîkî 11 hezar leşkerên Koreya Bakur anîne eniyên şer.

• Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber êrişên tund ên dronan, ji sala borî ve hejmara birîndarbûn û mirina xelkê sivîl ji sedî 30 zêde bûye.

• Eniyên şerê Ukrayna û Rûsyayê hezar kîlometreyî dirêj in.

• Ji ber êrişan li Ukraynayê hilberîna enerjiyê ji sedî 65 kêm bûye û di warê sotemeniyê de kêmasiyê dikişîne.

• Rûsyayê ji sedî 40ê budceya xwe ji bo leşker û parastinê terxan kiriye.

• Ewropa 74,9 milyar dolar alîkariya leşkerî û 66,3 milyar dolar alîkariya aborî û mirovî daye Ukraynayê. Ev alîkarî bi giştî 141,24 milyar dolar e.

• Amerîkayê 68,3 milyar dolar alîkariya leşkerî û 53,5 milyar dolar alîkariya aborî û mirovî daye Ukraynayê. Bi giştî 121,82 milyar dolar e.

Ziyanên canî yên sivîl û leşkeran

Şer li eniyan bi tûndî berdewam dike û ev jî asteng e ku hejmara ziyana canî li her du aliyan bi temamî were zanîn.

Rêxistina Navneteweyî ya ACLEDê (Rêxistineke ku bi taybet li ser pevçûnên cîhanê kar dike û li Amerîkayê ye) pêşbînî dike ku di van 3 salên dawî de 153 hezar kes di 140 hezar bûyer û êrişan de hatine kuştin.

Li gorî Ajansa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, 12 hezar û 654 sivîl hatine kuştin ku 669 ji wan zarok in.

Neteweyên Yekbûyî her wiha diyar dike ku 29 hezar û 392 sivîl birîndar bûne.

Di rapora Neteweyên Yekbûyî de wiha hatiye gotin, “Ji sedî 84ê qurbaniyan li herêmên di bin destê Ukraynayê de û ji sedî 16ê qurbaniyan jî li herêmên di bin destê Rûsyayê de hatine qeydkirin.

Ji ber êrişên giran ên bi dronan, di sala borî de hejmara birîndar û miriyan ji sedî 30 zêde bûye."

Li gorî hikûmeta Ukraynayê, 20 hezar zarokên Ukraynî hatine revandin.

Ukraynayê di destpêka vê hefteyê de diyar kir ku hejmara leşkerên wê yên kuştî 46 hezar e û nêzîkî 380 hezar leşkerên wê jî birîndar bûne.

Rûsyayayê ti hejmar li ser leşkerên xwe yên kuştî eşkere nekiriye.

Li gorî medya û hinek çavkaniyên Rûsyayê navê 90 hezar leşkerên Rûsî yên kuştî hatine diyarkirin lê hêzên çekdar ên Ukraynayê dibêjin 854 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin.

Sivîl dibin armancên êrişan

Li gorî ACLEDê, ji Sibata 2022yan ve herî kêm heşt hezar û 578 caran sivîlên Ukraynayê bûne armanc.

Ji bilî êrişên esmanî û dronan bûyerên wekî revandin û tundiya zayendî jî hene.

Krîza penaberan û koçberî

Ji destpêka şer ve bi milyonan mirov ji Ukraynayê reviyan û bi rêya Polonya, Romanya û Moldovayê berê xwe dan welatên Ewropayê. Piştî sê salan, hîn bi milyonan Ukraynî ji malên xwe dûr in û bi hezaran kes jî bê mal mane.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, niha nêzîkî şeş milyon û 906 hezar penaber li derveyî Ukraynayê ne. Hin amarên koçberî û penaberiya xelkê Ukraynayê jî wiha ne:

• Milyonek û 223 hezar û 795 penaberên Ukraynî li Rûsyayê dimînin.

• Milyonek û 243 hezar û 445 kes li Almanyayê ne.

• 998 hezar û 70 kes li Polonyayê ne.

• 390 hezar kes li Çekyayê ne.

• 254 hezar kes li Brîtanyayê ne.

• 223 hezar kes li Spanyayê ne.

• 179 hezar û 820 kes li Romanyayê ne.

• 170 hezar û 390 kes li Îtalyayê ne.

Li hundirê Ukraynayê jî çar milyon kesan cih û malên xwe terikandine û bûne koçber.

Nûnera UNHCRê ya Ukraynayê Elizabeth Haslundê got, "Divê em ji bîr nekin ku her roj şer berdewam dike û êriş pir in.

Sivîl zêdetir tên kuştin, mal zêdetir hildiweşin û jêrxanên girîng tên wêrankirin, bi vî awayî koçberiyeke zêdetir çêdibe."

Li gorî UNHCRê ji sedî 52yê van koçberan herî kêm carekê vegeriyan Ukraynayê. Di sala 2024an ji sedî 7ê koçberan li Ukraynayê mane û yên din dîsa welatê xwe terk kirine.

Ziyanên aborî yên her du aliyan

Hefteyê borî Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di konferenseke rojnamegeriyê de got ku heta niha şer 320 milyar dolar ziyan li aboriya welêt daye.

Ziyanên aborî yên Rûsyayê nayên zanîn lê salek berê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê eşkere kiribû ku ew ziyanên Rûsyayê wekî 211 milyar dolaran texmîn dike.

Wêrankariya li Ukraynayê gelekî kûr e. Rêxistina ACLEDê dibêje ku di 5 hezar û 500 êriş û bûyeran de, ziyaneke mezin gihiştiye milk û malê xelkê, dibistanan, dezgehên tenduristiyê û jêrxana enerjiyê.

Li gorî Navenda Ukraynayê ya ji bo Stratejiya Aboriyê (CES) berî şer, di sala 2021ê de hilberîna navxweyî ya giştî ya Ukraynayê 199,8 milyar dolar bû.

Sala 2022yan ji sedî 30 kêm bû û niha rêjeya wê ji sedî 78 e. Enflasyon jî bilind e û ji sedî 12, 9 e.

Li Rûsyayê di sala 2023yan de hilberîna navxweyî ya giştî ji sedî 3,6 zêde bûye û Banka Cîhanê bi du trilyon dolarî texmîn kir û di sala 2024an de jî sedî 4 bilind bû.

Moskow pişta xwe gelekî bi hinartina neft û gazê ve girê dide. Li aliyê din, Amerîka û Ewropayê gelek ambargo li ser Moskowê danîne.

Enflasyon li Rûsyayê ji sedî 9,9 e û rêjeya faîzê jî ji sedî 21 e. Rûsya ji sedî 40ê budceyê xwe ji bo parastinê û artêşê vediqetîne.

Budçeya Rûsyayê di sala 2024an de 147 milyar dolar bû.

Putin çi bi dest xistiye?

Di Adara 2022yan de, di destpêka şer de, Rûsya hewl da Kieva paytexta Ukraynayê bigire lê hesabê sûkê û malê li hev derneket.

3 sal bi ser şer re derbas bûne û Rûsyayê herêmên Luhansk, Donetsk, Herson Zaporijiya, Kharkiv kontrol kirine.

Bi tevahî niha Rûsya nêzîkî 111 hezar û 339 kîlometre çargoşe ji axa Ukraynayê kontrol kiriye. Artêşa Ukraynayê jî 71 hezar û 938 kîlometre çargoşe vegerandiye.

Eniya pêşîn a şerê her du welatan 1000 kîlometreyî dirêj e û şer her roj bi tûndî berdewam dike.

Ukrayan jî nêzîkî 518 kîlometre çargoşe ketiye nava herêma Kurskê ya Rûsyayê û hewl dide wê kontrol bike.

Mezinahiya artêşa her du welatan

Li gorî gotina Zelenskyy niha nêzîkî 880 hezar leşkerên artêşa Ukraynayê hene.

Li gorî fermaneke Serokê Rûsyayê 1, 5 milyon leşkerên Rûsyayê hene.

Li gorî gotina Zelenskyy, 600 hezar leşkerên Rûs di nava Ukraynayê de ne.

Rûsyayê temenê leşkeriya neçar ku 27 sal bû Nîsana 2024an daxist 25 salan.

Li gorî Dezgeha Îstixbarata Ukraynayê, zêdetirî 10 hezar leşkerên Koreya Bakur şandine Rûsyayê.

Çend çavkaniyan din jî amaje bi wê yekê kiriye ku 140 heta 180 hezar girtiyên zindanên Rûsyayê ketine nav artêşê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya û piştî civînê di konferansa rojnamegeriyê ya hevbeş de axivîn.

Trump behsa bidawîkirina şerê Ukraynayê kir û got,

"Wisa dixuye ku em pir nêzîkî bidawîbûna şer dibin. Dibe ku Zelenskyy vê hefteyê yan jî dema pêş de serdana Washingtonê bike û peymanê îmza bike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 194 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:53:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x