Putin: Divê pirsa Kurdan li Sûriyeyê bê çarekirin
Serokê Rûsyayê pêdivî dibîne ku pirsa Kurdan li Sûriyeyê bê çarekirin. Amajeyê jî dide, “Em nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê fêm dikin.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pêdivî jî dît ku pirsa Kurdan li Sûriyeyê bê çarekirin û got, “Viyaba li serdema serokê berê yê Sûriyeyê çareserî ji bo pirsa Kurdan hatiba dîtin, niha jî pêdivîtiya wê pirsê her bi çarekirinê heye, bi wan re yên ku niha axa Sûriyeyê kontirol kiriye.”
Vladimir Putin di pareke din a gotinên xwe de amaje jî da, “Ji aliyê din ve divê Tirkiye jî ewlehiya welatê xwe dabîn bike, em van hemî tiştan fêm dikin.”
Putin amaje jî da, “Hin kes bizavê dikin ya ku li Sûriyeyê çê bûye wekî şkestinekê ji bo Rûsyayê berçav bikin, ew jî ne rast e.”