AK Partiyê li ser biryara PKKyê daxuyanî da

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser biryara PKKyê ya "çekdanîn" û "feshkirinê" daxuyanî da

12.05.2025, Pts - 11:34

AK Partiyê li ser biryara PKKyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Çelîk di daxuyaniya xwe de got, "Piştî banga ji Îmraliyê, biryara PKKyê ya fesixkirina xwe û danîna çekan, ji aliyê armanca 'Tirkiyeya bê teror' ve gaveke girîng e."

Omer Çelîk her wiha di daxuyaniyê de got, "Bila gelê me aram be. Komara Tirkiyeyê hakimê rojeva xwe ye."

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser biryara PKKyê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"Îradeya siyasî ya bilind a Serokkomarê me ji bo "Tirkiyeya bê teror" û nêzîkbûna wî ya giştgir û zelal ku koordînatên pêvajoyê wekî "siyaseta dewletê" diyar kiriye, her wiha banga dîrokî ya Devlet Bahçelî, helwesta wî ya li hemberî pêşveçûnan û rêberiya wî, bingehên xurtkirina "eniya navxweyî" ya bi tevahî ava kirine.

Trafîka hevdîtinên bibandor û bi encam di navbera partiyên siyasî de, şêwirmendî û diyalog, bûne sedema ku siyaseta demokratîk wekî "navnîşana meşrû" berpirsiyariyê bigire û însiyatîfê derxe holê.

"Biryara PKKyê ya fesixkirin û çekdanînê gaveke girîng e"

Piştî banga ji Îmraliyê, biryara PKKyê ya fesixkirina xwe û danîna çekan, ji aliyê armanca "Tirkiyeya bê teror" ve gaveke girîng e. Eger teror bi temamî bi dawî bibe, dê deriyê serdemeke nû bê vekirin.

Divê ev biryar bi awayekî pratîkî bê bicihanîn û di her warî de bê pêkanîn. Biryara "fesixkirinê" û "radestkirina çekan" eger hemû şax û beşên PKKyê û avahiyên wê yên nemeşrû jî bigire û bi awayekî zelal û bêkêmasî were bicihanîn, dê bibe xaleke werçerxê.

"Pêvajo dê ji aliyê dezgehên me yên dewletê ve li qadê bi baldarî bê şopandin"

Ev pêvajo dê ji aliyê dezgehên me yên dewletê ve li qadê bi baldarî bê şopandin. Qonaxên ku tên ceribandin dê ji Serokkomarê me re bên pêşkêşkirin.

"Dê pêleke erênî ji bo astengkirina planên emperyalîst çêbibe"

Di vê çarçoveyê de, divê biryara fesixkirin û çekdanînê ya rêxistina terorê "li hundir" û "li derve" di her warî de û bi awayekî pratîkî were bicihanîn.

Bi vî awayî, dê pêleke erênî çêbibe ji bo astengkirina planên emperyalîst ên ku di heremên nêzîk ên me de rêxistinên terorê ji bo şerên bi wekalet bikar tînin.

"Dê hemû kanalên siyasî yên Tirkiyeyê bi awayekî çalaktir bimeşin"

Her wiha gihîştina bi awayekî berbiçav li armanca "Tirkiyeya bê teror", di serdemekê de ku li seranserê cîhanê siyaset di bêsiyasetiyê de difetise, dê derfetê bide ku Tirkiye hemû kanalên xwe yên siyasî bi awayekî çalaktir bi kar bîne û ev yek dê demokrasiya me, jiyana me ya siyasî û yekîtiya me ya neteweyî xurttir bike.

Ev yek dê bibe sedema ku kanalên diyaloga siyasî, bi serketî li Parlamentoya Tirkiyeyê û li hemû navnîşanên meşrû yên siyasetê bimeşin.

Hişmendiya ku Komara me "banê" me hemûyan e, fêmkirina ku demokrasiya me "zemîna" bingehîn e ji bo çareserkirina her pirsgirêkekê dê xurttir bibe û dê ji aliyê siyasî ve bikokî bibe.

Bi hişmendiya hevdîrokî, hevqederî û hevwelatîbûnê, paşeroja me dê li ser zemînên herî saxlem û meşrû berdewam bike. Her qonaxa erênî dê bibe vexwendina qonaxeke nû ya erênî.

"Dê hemû hemwelatiyên me bi ser bikevin"

Divê "Tirkiyeya bê teror" di hemû aliyên wê de li qadê û bi armancên berbiçav û bêkêmasî bê bidestxistin.

Gihîştina wê tê wateya bi serketina hemû hemwelatiyên me yên bi hemû unsurên çandî, etnîkî û mezhebî ve.

Dê hemû hemwelatiyên me bi ser bikevin. Prensîba me ya bingehîn ev e: Her çend navên me ji hev cuda bin jî, paşnava me hemûyan Komara Tirkiyeyê ye.

"Li ser taybetmendiyên dewleta me û nirxên gelê me ti nîqaşek nîne"

Li ser "taybetmendiyên dewleta me" û "nirxên gelê me" tu nîqaşek tune ye. Tu gavên ku van nirxan zebûn bike ne mewzûbehis e û nikare bibe jî.

Ji nav gavên stratejîk ên mezin ku dê Sedsala Tirkiyeyê ya ku Serokkomarê me ragihandiye hemêz bikin, ya herî pêşketî dê "Tirkiyeya bê teror" be.

Bila gelê me aram be. Komara Tirkiyeyê hakimê rojeva xwe ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 117 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:06:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x