Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Hem li welatê me û hem jî di nav rêxistinê de hinek alî hene ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin.”
Kabîneya Tirkiyeyê doh bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê civiya û Erdogan piştî civînê daxûyaniyek da.
Wî da zanîn ku ew derbarê bipêşketina pêvajoya li gel PKKyê dilxweş in û rê nadin wan aliyên ku dixwazin pêvajoyê têk bidin.
“Hewldan hene ku pêvajo têk here”
Erdogan got ku hem li welatê wan û hem jî di nav PKKyê de hinek alî hene ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin lê ew rê nadin wan û wiha axivî:
“Em ji pêşketina ku di demeke kurt de hatiye bidestxistin kêfxweş in ku me wekî Tifaqa Cumhurê dest pê kir û bi kordînasyona yekîneyên pêwendîdar wekî projeyeke dewletê bi baldarî pêk anî.
Tê fêmkirin ku ne tenê li welatê me lê di nav rêxistinê de jî hewldanên curbicur hene ku hewldanên pêvajoyê têk bibin.
Bê guman dewleta me têra xwe xwedî tecrube ye ku nekeve van xefikan lê ev nayê wê wateyê ku em dê bi van provokasyonan razî bibin.
Divê were zanîn ku dema aramiya neteweya me tê armanckirin an jî dema ku li dijî ewlehiya me ya neteweyî gaveke êrişkar were avêtin, em li rondikên çavê kesî nanêrin.”