Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî doh roja 9ê Adarê di daxuyaniyekê de got: “Serdema tundûtûjî û çekdariyê bi dawî hatiye, armanca Tirkiyeyeke bêteror ew e ku dîrok û erdnîgariya xwe bi aştiyane bê nivîsandin û bi giyanekî aştî û biratiyê bê xemilandin.”
Herwiha Bahçelî got jî: “Bi yekrêzî û bi gavên dilsozane û rasteqîn, Tirkiye ji pêşîneya 41 salî ya terorê, tê paqijkirin.”
Bahçelî amaje bi banga Abdullah Ocalan da û got: “Banga Ocalan, PKK û hemû komên ser bi wê ve digire nav xwe, ew daxwaza serkirdeyê rêxistinê ye û pêwîst e YPG jî bersiv bide vê bangê.”
Serokê Giştî yê MHPê tekez dike, pêwîst e PKK û hemû komên ser bi wê ve di zûtirîn dem de çekên xwe deynin û radestî dewleta Tirkiyeyê bikin.
Herwiha got: Ji xeynî vê yekê ti bijardeyeke din bi rewa nayê zanîn, ji ber vê yekê PKK û rêxistinên wê neçar in pabendî banga dîrokî ya Îmraliyê bibin, berûvajî wê jî her kes û aliyek bi neyasayî çek hilgire, dê girantirîn baca xwe bide.
Banga Ocalan a ji bo PKKê
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê roja 27ê Sibatê bo cara sêyemîn li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û piştre jî di konferanseke rojnamevanî banga Ocalan ji raya giştî re ragihand.
Ocalan di banga xwe de daxwaza çekdanînê li PKKê kir û herwiha daxwaz kir jî ku PKK kongreya xwe lidar bixe û xwe tê de hilweşîne.
Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê li ser banga Abdullah Ocalan, agirbestê ragihand. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”
Mezlûm Ebdî: Banga çekdanînê HSDê li xwe nagire
Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî roja 27ê Sibatê di kongireke rojnamevanî de got: “Banga serokê PKKê Abdulah Ocelan derbarê danîna çekan û hilweşandina PKK de, wan li xwe nagire, ji ber ku ew mijareke girêdayî PKK ye.”
Herwiha Mezlûm Ebdî diyar kir ku serkeftina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê dê bi erênî bandorê li Rojavayê Kurdistanê bike, ji ber ku Tirkiye bi sedema PKKê, êrîşê deverên di bin kontrola HSD de dike.