Nivîsera Malpera Haber Turkê Nagehan Alçî doh ragehand, “Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli bi rêya tilefonê peywendî bi Hevserokê HDPê yê berê Selahedîn Demîrtaş re kiriye.”
Li dû zanyarln wê nivîserê, di wê peywendiya tilefonî de Bahçeli spasiya Demîrtaş kiriye, ji ber piştevaniya wî ji bo qonaxa aştiyê.
Piştî peyama Ocalan û peyama Bahçelî, Demîrtaş daxwaza jiyekê dirêj ji bo Bahçeli û Erdogan û Ocalan kiribû.
Şanda Îmraliyê li roja Pêncşemê, 27.02.2025ê, piştî civîna xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re, di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocelana bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand.
Serokê Şarezadariya Mezin a Wanê yê jikarderxistî Ahmet Turk peyama Ocalan xwand ku tê de hatiye, “PKK di demekê de hatibû damezrandin ku rêya demokrasiyê hatibû girtin.” Herwesa gotiye, “Divê zimanê aştî û demokrasiyê bê pêşxistin.”
Di pareke din a peyama Ocalan de hatiye, “Divê PKK çekên xwe dane û xwe hilweşîne û kongireya xwe lidar bixe.”
Ocalan herwesa di wê peyama xwe de eşkere jî kir ku, berpirsyarîtiya vê biryarê bi stûyê xwe ve digire û gerentiya danûstandinên aştiyê dike.