Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand, pêvajoya ku “bi banga stratejîk û dîrokî” ya Devlet Bahçelî dest pê kiriyê, “bi îradeya bilind" a Erdogan bûye polîtîkayeke dewletê.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê Xê derbarê “pêvajoya aştiyê” daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Çelîk ragihand ku ew pêvajoya bi “banga dîrokî û stratejîk” a Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî dest pê kiriye “bi îradeya bilind” a Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bûye polîtîkaya dewletê û li pey çû:
“Trafîka serdanan a di navbera partiyên siyasî de jî oksîjena siyasî ya pêvajoyê zêde kiriye û zemîna wê bihêztir kiriye.
Kapasîteya demokratîk a komara me ya derbarê çareserkirina pirsgirêkan bilind e.
Komara Tirkiyeyê li ser bingehê prensîba ‘yek welat, yek milet, yek dewlet, yek al’ê bi şiyariya milet û aqilê dewletê li ser rojeva xwe serwer e.”
Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK çekan deyne û xwe fesix bike.
Omer Çelîk got, divê ev bang derbasî qonaxeke wiha bibe ku “êdî teror bi hemû hêmanên xwe yên neyasayî û çekdarî biqede” û anî ziman:
“Her gava erênî ya di rojên pêş de ku derbarê çekdanîn û xwefesixkirinê çêbibe dê gaveke din a erênî li pey xwe bîne. Em her qonaxê bi baldarî dişopînin.”
Wî qala “provokasyon”an jî kir û wiha got:
“Em dibînin ku kampanyayên reşkirinê yên hinek aliyan berdewam dikin.
Haya me ji wan aliyan heye ku ji bo negihîştina vê armancê bombeyên mijê yên siyasî diavêjin û provokasyonan çêdikin.
Tê dîtin ku ewên ku van kampanyayan dimeşînin geşedanên ku li erdnîgariya me ya nêzîk çêdibin rast naxwînin û derbarê hinek rastiyên bingehîn de jî ne xwedî agahiyên rast in.”