Çavuşoglu: Amerîka PYDê bixwaze Astanayê bila DAIŞê jî vexwîne

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihad ku ew dê Amerîkayê vexwînin hevdîtinên Astanaya paytexta Kirgizîstanê ku li ser krîza Sûriyê pêk tên û li ser daxuyaniyên Amerîkayê yên ser beşdarbûna PYDê got, 'Naxwe bila DAIŞê jî vexwînin Astanayê.'

14.01.2017, Cts - 20:29

Çavuşoglu: Amerîka PYDê bixwaze Astanayê bila DAIŞê jî vexwîne
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu got ku dê YPG bi ti awayî beşdar nebe û wiha axivî: "Em ê Amerîkayê vexwînin hevdîtinên Astanayê."

Çavuşoglu li konferansa balyozan bal kişand ser ku ‘dê YPG bi ti awayî di civînên Astanayê de cî negire' û li ser gotinên Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Mark Toner ku behsa beşdarbûna PYDê kiribû got, "Naxwe bila Amerîka DAIŞê jî vexwîne."

Rojnameya Washington Postê belav kiribû ku Rûsyayê rêveberiya Trump ji bo beşdarbûna civînên Astanayê vexwendiye, lê nayê zanîn rêveberiya Trump biryara beşdarbûnê dide yan na.

Civînên paytexta Kirgizîstanê Astanayê ku bi mebesta çareserkirina siyasî ji bo krîza Sûriyê têne lidarxistin, bi pêşengiya Tirkiye û Rûsyayê pêk tên ku piştî wergirtina posta seroktiyê ya Donald Trump bi 3 rojan anku 23yê Rêbendanê dest pê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:02:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x