Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di daxuyaniya xwe de ragihand ku Îran jî ji bo agirbesta Sûriyeyê bû gerantor. Herwiha Çavuşoglu di axaftina xwe de got: "Amerîka çekan dide YPGê noqte."
Di axaftina Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu de xalên ku derkeitn pêş wiha bûn: Divê herkes tevlî agirbestê bibe. Muxalif û rejim dê werin cem hev û di vî warî de wê bixebitin. Xebatên me jî jixwe ji bo vê ne. Rûsya û Tirkiye daxuyaniyeke hevpar dikin. Herdu welat jî niha ji bo metnê Enqereyê bûne gerantor.
Hêza koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike ev demeke piştgiriyê nade Operasyona Mertalê Firatê. Amerîka çekan dide YPG-PYDê noqte.Ew dixwazin korîdoran ava bikin. Amerîka dixwaze YPGê di operasyona Reqqayê de bikar bîne.
Hevdîtina Astanayê wê di bin çavdêriya me de pêk were.
Hemû hêzên li Sûriyeyê Hizbullah jî di nav de divê vekişin. Tu hevdîtin bi Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad re nayên kirin.
Hetanî agirbest nebe tu wateya muzakereyan tuneye. Bêyî agirbestê çûna grûbên muxalif a Astanayê tu wateyê nade.