DEM Partî û Yilmaz Tunç civiyan: ‘Me şertên xebatê yên Ocalan nirxandin’

Heyeta Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiya (DEM Partî) di çarçoveya “pêvajoya nû ya çareseriyê” de bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re civiya.

24.04.2025, Per - 14:17

DEM Partî û Yilmaz Tunç civiyan: ‘Me şertên xebatê yên Ocalan nirxandin’
Nuçe Belav bike

Di Heyeta DEM Partiyê de Wekîlên Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokê Berpirsê Komîsyona Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan hebûn.

Civînê nêzîkî 2 saetan ajot

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştî civînê di daxuyaniya xwe de got:

"Me ji Cenabê Wezîr re anî ziman ku şertên xebatê yên Birêz Ocalan mijareke herî girîng e.

Em difikirin ku dê di serdema pêşiya me de şansê me hebe ku em di vê mijarê de hinek bipêşketinan bibînin."

Heyeta DEM Partiyê di civînê de berê rewşa tenduristiyê û rewşa xebatê ya Abdullah Ocalanê ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin anîn rojevê.

Şandeyê anî zimên ku Ocalan di rewşa tecrîdê ya heyî de nikare beşdarî pêvajoya çareseriyê bibe û got divê ev rewş bi lez were guhertin.

Heyetê diyar kir ku divê ne tenê Şandeya Îmraliyê, divê parlamenterên ji partiyên siyasî yên cuda, nivîskar, rewşenbîr û rojnameger jî bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin.

Rewşa girtiyên nexweş

Di civînê de rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan jî hat rojevê.

Şandeya DEM Partiyê daxuyand ku divê girtiyên ku rewşa wan a tenduristiyê xirab e bên berdan û got kiryarên heyî ne însanî, wijdanî û hiqûqî ne.

Daxwaz hat kirin kesên ku ji Saziya Tiba Dadî raporên berdanê sitandine bên berdan.

Şandeyê diyar kir Yasaya Înfazê ya ku di nav gel de wekî "Yasaya KOVIDê" tê zanîn, li dijî prensîba wekheviyê ye û xwest ku ew kiryarên cudaker ên li hemberî “sûcên rêxistinî” bên rakirin.

Berdana girtiyên ku cezayê wan qediyaye

DEM Partiyiyan bal kişand ser mijara girtiyên ku ku cezayên wan bi dawî bûne lê ji ber biryarên şêwirmendiyên çavdêriya îdarî berdana wan tê astengkirin.

Şandeyê diyar kir ku biryarên xweser ên şêwirmendiyan wekî cezayekî duyem dixebitin û xwest ev avahî bibe demokratîk û biryar li ser bingeha pîvanên objektîv bên dayîn.

Cezayên dîsîplînê û pîvanên berdana bi şert

Heyeta DEMê her wiha rexne li wê yekê kir ku di pêvajoyên berdana bi şert de cezayên dîsîplînê yên ku girtî di dema daxwaza mafên xwe de distînin wekî pîvan tên nirxandin û anî ziman ku ev rewş nayê qebûlkirin û xwest ku cezayên dîsîplînê ji nû ve bên sazkirin.

Wezîrê Dadê daxwaz qeyd kirin

Li gorî agahiyên ku Koçyigitê dane, Wezîrê Dadê bi baldarî daxwaz qeyd kirine.

Endamên şandeyê û Wezîr Yilmaz Tunç li ser berdewamkirina dan û sitandinan li hev kiriye.

Wezîr Tunç, soz da ku dê li ser hinek sazkirinên zagonî bixebite.

Hevdîtinên nû û ziyaretên Îmraliyê li rê ne

Hat diyarkirin ku paşerojê ew dê dîsa werin cem hev.

Her wiha, hat gotin dibe ku serdanên şandeyên cuda yên Girtîgeha Îmraliyê bên rojevê û di vê mijarê de bipêşketin bên dîtin.

Koçyîgîtê li ser pirsekê derbarê rewşa Abdullah Ocalan got:

"Me rewşa xebatê, tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan bi awayekî berfireh nirxand.

Me li hev kir ku dema hewce bike em dê her tim ji bo pevguherîna nêrînan werin cem hev."

 

Vî nûçeyê tevayî: 124 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:03:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x