Erdogan got ku bi coşeke zêde Newroz bibîr aniye, herwesa ragehand ku daxuyaniya Mansur Yavaş di derheqa alaya Kurdistanê de gotinên bêmana ne.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragehand ku, bi coşeke zêde Newroz bibîr aniye û Newrozeke aramtir ji ya salên borî derbaz kiriye, herwesa ragehand ku armanca wan ew e Newroz wekî cejneke fermî bê kirin.
Erdogan li ser daxuyaniya Serokê Şaredariya Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş jî, ku gotibû Kurdan di Newrozê de ‘perok’ helgirtibû wekî amajeyek ji bo alaya Kurdistanê, got, “Ev dijatiya mezin a opozisyonê ji bo Kurdan û Newrozê ji aliyê birayên Kurd ve wekî hikmet hatiye wergirtin.” Herwesa got, “Bi nêzîkbûna me ji armanca Tirkiyeyeke bê teror, em dê zêdetir van gotinên bêmana bibihîzin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li roja 21ê vê mehê li nav ahenga cejna Newrozê gotarek pêşkêş kir û tê de amaje da, “Em 21ê Adarê dikin roja biratiyê, em hemî bi hev re wê pêngavê diavêjin û li ser wê kar dikin, herwesa yên ku bawerî bi Newrozê heye qet nakevin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê got, “Em li ser piyên xwe radiwestin û em qet destan danahêlin. Ew peyama ku di Newrozê de heye, divê em pêş ve bibin.” Herwesa got, “Em hêvîdar in Newroz ji bo welatî bibe sedema aştî û aramiyê.”