Erdogan derbarê Rojavayê Kurdistanê de: Navnîşan û dema operasyonê nayê gotin

Erdogan derbarê Rojavayê Kurdistanê de: Navnîşan û dema operasyonê nayê gotinSerokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser operasyona bejahî ya li dijî Rojavayê Kurdistanê got, navnîşan û dema operasyonê nayê gotin.

14.12.2022, Çar - 06:18

Erdogan derbarê Rojavayê Kurdistanê de: Navnîşan û dema operasyonê nayê gotin
Nuçe Belav bike

Recep Tayyip Erdogan beriya ku ji bo beşdariya Yekemîn Lûtkeya Serokên Tirkiye-Azerbaycan-Tirkmenistanê, biçe Tirkmenistanê li Balafirgeha Esenboga ya Enqerê civîneke çapemeniyê pêk anî.

Erdogan li ser pirsa rojnamevanekî ku got “Hûn dixwazin li ser operasyona bejayî ya li Bakurê Sûriyeyê çi bibêjin?” wiha got: “Weke ez her car dibêjim dîsa dibêjim; navnîşan û dîroka vî karî nayê gotin. Lê di Rêkeftina Soçiyê de hedefên ku em birêz Putin re gihiştinê diyar e. Min ev dîsa bi bîra wî xist.”

Serokomarê Tirkiyê ragihand: “Armanca me bi taybetî ji sînor ber bi başûr bi kûrahiya 30 kîlometreyî armanceke me heye. Ji van cihan welatê me berdewam di bin gefa terorîstan de dimîne. Di demên dawî de ev bi awayekî cidî zêde bû. Ne pêkan e em li dijî van bêdeng bimînin.”

Herwiha got: “Di operasyona Pence-Kilîdê de em çi gavan diavêjin, bi heman awayî li bakurê Sûriyê, ne pêkan e ku em li dijî êrîşên ku dem bi dem bo ser welatê me têne kirin, bêdeng bimînin. Em ji bo vê yekê jî hişyar dikin, bi bîr tînin û bi welatê dost Rûsyayê re gavên ku em ê li vê derê biavêjin bi hev re bikin û heta cibicî bikin, min piştevaniya wan xwest.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 178 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:49:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x