Erdogan: Dibe em operasyonekî leşkerî li Rojava pêk bînin

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan ji rojnameya Îzvestiyayê re axivî û ragihand ku Dibe Tirkiye operasyoneke berfireh li Rojava pêk bîne û bo rêgirtina dewleteke kurdî kontrola bajarên Reqa û Minbicê bi dest bixin.

28.06.2017, Çar - 08:33

Erdogan: Dibe em operasyonekî leşkerî li Rojava pêk bînin
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan piştî serdana kampa koçberên Sûriyeyê li Heranê ji rojnameya Îzvestiyayê re axivî. Erdogan diyar kir ku destûrê nadin ku dewleteke kurdî li Rojava were avakirin û eger gefeke ji bo me bê, dê em operasyona leşkerî pêk bînin.

Erdogan got: "Pêvajoya neyînî niha li Sûriyeyê tê jiyandin. Eger ev rewşa neyînî bo sînorê me bibe gef, em ê wekê Operasyona Mertalê Firatê bertek nîşan bidin. Me beriya niha jî eşkerekiribû ku em amadene bajarê Reqa û Minbicê ji terorîstan rizgar bikin, lê koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiyê dike, hêzên kurdan hilbijartin. Ji aliyê din ve Erdogan destnîşan kir ku hevalbendê wan bi komên terorîst re tevdigerin û ji vê yekê jî gelek xemgîn in."

Li gorî Îzvestiyayê, daxuyaniya Erdogan li Washington û Moskowê dibe sedema fikaran.

Çavkaniyekî ji Dumayê ya baskê jêr ya parlamentoya Rûsyayê ji Îzvestiyayê re ragihand ku şerekî nû ya li Sûriyeyê ne li gorî berjewendiyê Rûsyayê û dê bandoreke neyînî li têkoşîna dijî DAIŞê bike. Ji ber vê yekê Moskow naxwaze şer di navbera Tirkiyeyê û hêzên kurdan derkeve.

Ji aliyê din ve Vladimîr Avatkovê ku rayedarê Akademiya Dîplomasî yê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê eşkere kir ku divê îhtimala operasyona leşkerî ya li ser Rojava ya Tirkiyeyê neye pişguhkirin.

Avatkov got: "Hevkariya Amerîkayê ya bi hêzên kurdan re Enqereyê gelek aciz dike. Hişyariya Erdogan divê mijarê de di demên dawî de zêde bûn. Ji ber îhtimala têkiliyên bi NATOyê re ya Tirkiyeyê ev hişyarî neyên piştguhkirin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1434 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:14:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x