Erdogan dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê xwar: Em dê bikevin qonaxeke nû

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bo sala bê jî gefa berdewamiya operasyonan bo ser Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “Sala bê jî di ewlehiyê de em dê li seranserê sînorên xwe yên başûr li ser stratejiya xwe nehiştina terorê ji çavkaniya wê berdewam bin. Bi taybet ji bo bi temamî nehiştina gefên ji Sûriyê bo ser welatê me, em dê pêngavên nû biavêjin ku valahiyên bi kûrahiya 30 kîlometreyan li ser xeta me ya ewlehiyê tije bikin.”

27.12.2022, Sal - 07:38

Erdogan dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê xwar: Em dê bikevin qonaxeke nû
Nuçe Belav bike

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê, duh Duşemê 26ê Kanûna 2022an demjimêr 15:00an bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan li Enqerê civiya. Serokkomarê Tirkiyê piştî civîna kabîneyê gotarek pêşkêş kir û derbarê naveroka civînê de axivî.

Erdogan amaje bi operasyonên derveyî sînor ên Artêşa Tirkiyê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de kir û got “Bi stratejiya nehiştina terorê ji çavkaniya wê li derveyî sînor, me operasyonên herî berfireh ên dîroka komarê pêkanîn. Me sînorên xwe ên ligel Bakurê Iraqê ku bi salan rêxistinên terorî ji bo derbasbûna nav axa me bikardianîn bi ewle kirin.”

Recep Tayîp Erdogan bo sala bê jî gefa berdewamkirina operasyonan li dijî Rojavayê Kurdistanê û navçeyên li Sûriyê di jêr kontrola Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) de xwar û got “Ji bo bi temamî nehiştina gefên ji Sûriyê bo ser welatê me, em dê valahiyên bi kûrahiya 30 kîlometreyan li ser xeta me ewlehiyê tije bikin.”

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan wiha axivî "Sala borî me di ewlehiyê de, hejmara operasyonên xwe ên li dijî rêxistina dabeşker bo 124 hezaran zêdekirin û me derdora 9 hezar û 800 sixnak jinavbirin. Bi vê jî me tevlîbûna bo nav rêxistinê kêm kir û me nehişt terorîst çavên xwe vekin. Bi saya vê yekê ji bo ciwanên me yên li navçeyê dijîn û welatiyên me ji perwerdê heta dîtina kar û geştiyariyê di her warî de geşedanek diyar çêbûye. Bi stratejiya nehiştina terorê ji çavkaniya wê ya li derveyî sînor, me operasyonên herî berfireh ên dîroka komarê pêkanîn. Me bi operasyonên Pençeyê sînorên xwe ên ligel Bakurê Iraqê ku bi salan rêxistinên terorî ji bo derbasbûna nav axa me bikardianîn bi ewle kirin. Sala bê jî di ewlehiyê de em dê li seranserê sînorên xwe yên başûr li ser stratejiya xwe nehiştina terorê ji çavkaniya wê berdewam bin. Bi taybet ji bo bi temamî nehiştina gefên ji Sûriyê bo ser welatê me, em dê pêngavên nû biavêjin ku valahiyên bi kûrahiya 30 kîlometreyan li ser xeta me ewlehiyê tije bikin. Di vê çarçoveyê de em dê dest bi proseyeke nû ya têkoşînê ji bo nehiştina kapasîteya çekan a rêxistina terorî, ligel jinavbirina hemû çavkaniyên wê yên piştevanî û hêzê û hemû bînasaziya wê bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:15:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x