Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser xwefesixkirina PKKyê got” Em çekdanîna rêxistinê girîng dibînin.
PKKyê doh piştî 41 salan ji xebata çekdarî biryar da ku xwe fesix bike û çekan deyne lê pêvajo hîn neketiye qonaxa pratîkî.
PKKyê biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.
Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”
Serokkomarê Tirkiyeyê piştî civîna kabîneyê li Koşka Serokkomariyê gotarek pêşkêş kir.
Erdogan di beşeke axaftina xwe de amaje bi biryara xwefesixkirina PKKKyê kir û got:
"Em bi derbasbûna asteng û şikandina pêşdaraziyan, têkbirina davên fitne û cudaxwaziyê, bi gavên ewle ber bi armanca xwe ya Tirkiyeyeke bêteror ve dimeşin. Îro di pêvajoya Tirkiyeyeke bêteror de me astengiyeke girîng derbas kir.
Rêxistina terorê biryara xwe ya feskirina xwe û radestkirina çekan ragihand. Em vê biryarê ji bo ewlehiya welatê me û çespandina biratiya ebedî ya gelê me girîng dibînin.
Em vê daxuyaniyê wekî biryareke ku hemû şaxên rêxistinê digire li ber çavan digirin.
"Saziyên me pêvajoyê dişopînin"
Dema ku kesên ku ji xwîn û hêstiran xwedî dibin têk diçin, dê gelê me û welatê me bi ser bikeve. Bi rastî, hemû birayên me yên li herêmê dê bi ser bikevin, em bi dil û can bawer in bi vê yekê.
Saziya me ya îstixbaratê û beşên me yên din dê pêvajoya pêş me bi baldariyeke mezin bişopînin da ku ti qezayên rê çênebin û sozên hatî dayîn bên bicihkirin.
Em ê di rojên pêş me de daxuyaniyên berfirehtir bi rêya min û hevkarên me yên berpirsiyar bi raya giştî re parve bikin. Em tevî cudahiyên me yên koka, çand û baweriyê, hemû welatiyên asta yekem ên Komara Tirkiyeyê ne.
Em hemû bi hev re Tirkiye ne û em bi hev re xurt in. Ti hêz nikare destê Tirkiyeyê bişikîne. Eger li vir lawazî çêbibe, hingê ti kes nikare alîkariya me bike.
Divê em vê rastiyê ti carî ji bîr nekin. Ez spasiya hemû kesên ku ji dil xwedîtiyê li xebatên Tirkiyeyeke bêteror dikin dikim, bi taybetî jî bi Rêzdar Devlet Bahçelî, hevalbendê me yê tifaqê ye.
Her wiha ez spasiya xwe ji bo guldana bi wate ya Rêzdar Bahçelî pêşkêş dikim. Em dê heta gihiştina menzîla xwe, bi nêrîneke ku hêviyê mezin dike û xeteran kêm dike tevbigerin.
Bi îzna Xwedê, em hêvî dikin ku em êdî vê pirsgirêkê bi tevahî li pişt xwe bihêlin.
Ez şehîdên qehremanên ku di rêya yekparçeyî ya dewleta me û paşeroja gelê me de canê xwe dane bi rehmet bi bîr tînim.
Ez spasiyên xwe ji bo gaziyên ku di heman têkoşîna pîroz de birîndar bûne pêşkêş dikim.
Bi feskirina rêxistinê û danîna çekan, êdî rojên ku bi salan her roj agir bi malan diket li pişt me mane.
Bi îzna Xwedê, em careke din bi rojên ku ji ber terorê dilê dayik, hevjîn û zarokan dişewitîne rû bi rû namînin.
Ji ber vê, yek ji kesên ku herî zêde ji biryara ku îro hat ragihandin sûd werdigirin, malbatên şehîdan, gazî, hêzên ewlehiyê, dayikên Amedê û zarokên wan in.
Qezencdarên din ên vê pêvajoyê jî birayên me yên Kurd in ku rastî gelek zehmetiyan hatine. Em dê hemû bi hev re, wekî 86 milyon, bi heman nirxên hevpar bimeşin.
"Dayikên Amedê dê qezenc bikin"
Bi fesixkirina rêxistinê û danîna çekan, êdî ew rojên ku bi salan reş û bi agir bûn di malan de li paş man.
Bi hêviya ku em careke din rastî wan rojên ku ji ber terorê dilên dayikan, hevjînan û zarokan dişewitin neyên. Loma jî, ev biryara ku îro hatiye ragihandin, herî zêde ji bo malbatên şehîdan, gazî û mexdûran, hêzên ewlehiyê, dayikên Amedê û zarokên wan xêr û serketinek mezin e.
Aliyekî din ê ku ji vê pêvajoyê sûd wergirtiye, birayên me yên Kurd in ku ji ber terorê zarokên xwe ji dest dane, ji mal û warê xwe bûne û rastî gelek zehmetiyan hatin."