Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Civata Giştî ya Desteya Têkiliyên Aborî ya Derve (DEIK) a Tirkiyê de axivî û got: “Em qet destûrê nadin ku li Bakurê Sûriyê devlet bê avakirin.”
Hin xalên girîng ji axavtina Erdogan wiha ne:
Di têkoşîna rêxistinên terorê de kêm pare naçe.
Rojavaya dewlemend li ku ye? Kanî mafên mirovan? Li Behra Spî, li Egeyê nêzîkî 6 hezar mirov mirin. Gelo derdekî wan heye?
Soza 3 milyar euro dan. Li ku ye? Ti derdê van ê mirovatiyê nîne?
Heke ku herêma ewle tune be, Dîlok, Kilîs, Riha her gav di xetereyê de ne. Em qet destûrê nadin ku li Bakûrê Sûriyê dewlet bê avakirin.
Şehîdên me dilê me dişewitînin lê ji bo ku ev xak bibe wetan hewcedarî bi şehîdan û gaziyan heye.