Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku dê ji bo bidawîanîna "şerên bêmane" bi hev re bixebitin.
Recep Tayyîp Erdogan û Donald Trump bi rêya telefonê mijarên girîng ên navneteweyî û herêmî gotûbêj kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê, di hevdîtinê de pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê, pirsgirêkên herêmî û cîhanî bi hûrgilî hatin nirxandin.
Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Tirkiye dê di gelek qadan de, bi taybetî jî di qada pîşesaziya parastinê de, hevkariya xwe bi Amerîkayê re berdewam bike.
Her wiha wî eşkere kir ku ew piştgiriyê dide nêrîna Serok Trump a bidawîanîna şeran.
Erdogan amaje pê kir ku dan û standinên bi Îranê re û hewlên bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi çavekî erênî tên nirxandin.
Xeze û Sûriye jî di rojeva hevdîtinê de bûn
Serokkomarê Tirkiyeyê di hevdîtinê de dilgiraniyên xwe yên li ser krîza mirovî ya li Xezeyê anî zimên û diyar kir ku Tirkiye ji bo gihandina alîkariyên mirovî û aştiyeke mayînde amade ye her cure piştgiriyê bide.
Erdogan her wiha eşkere kir ku Tirkiye ji bo parastina axa Sûriyê û aramiya herêmê hewlan dide.
Wî got ku karên Amerîkayê yên ji bo kêmkirina cezayên li ser Sûriyeyê dê bandoreke erênî li ser pêvajoyê bike.
"Em dê aniha bixebitin"
Serokê Amerîkayê jî ji ser hesabê xwe yê Truth Social li ser axaftina bi Erdogan re got: "Ez li bendê me bi Serokkomar Erdogan re li ser bidawîanîna şerê bêmane lê kujer ê di navbera Rûsya û Ukraynayê de – aniha bixebitim!"
Trump têkiliyên xwe yên bi Erdogan re di dema xwe ya yekem a li Koşka Spî de wekî "bê kêmasî" bi nav kiribû û ragihand ku her du welat dê ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê hevkariyê bikin.
Hat zanîn ku Erdogan di dawiya axaftinê de Serokê Amerîkayê dawetî Tirkiyeyê kir û Trump jî Erdogan vexwend Washingtona paytexta Amerîkayê.
Heta niha dîrokên van ziyaretan hîn nehatine diyarkirin.
Tirkiyeya ku endama NATOyê ye, ji dema ku Rûsyayê Ukrayna dagir kiriye ve hewl daye pêwendiyên xwe bi her du cîranên xwe yên li Deryaya Reş re biparêze.
Her wiha Tirkiyeyê ji bo bidawîanîna şer û agirbestê du caran jî mêhvandariya şandeyên her du aliyan kiriye.