Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) got, “Diyar e em dê demeke din li hêviya bersiva rêxistinê bin. Danîna çekan ne bes e.”
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xistiye.
PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hat lidarxistin.
Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hat pêkanîn."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser mijarê ji 24 TVyê re axivî.
“Her kes geşbîn e”
Fîdan got, "Êdî em behsa Tirkiyeyeke bêteror dikin" û li pey çû:
"Îro hinek çavkaniyan ragihand ku dê ji aliyê rêxistinê ve daxuyaniyek were dayîn.
Lê xuya ye ku divê em hinekî din li bendê bin. Her kes geşbîn e. Di vê xala niha de demokrasiya me, yekîtî û hevgirtina me ya neteweyî û avahiyeke civakî ya bêcudahî hatiye avakirin."
"Danîna çekan ne bes e”
Hakan Fîdan got, “bi tenê danîna çekan ne bes e” û divê “avakirinên neyasayî” jî bên tasfiyekirin û wiha axivî:
"Çawa ku partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi awayekî berpirsyar çalakiyan dikin, bi heman awayî divê rêxistin jî derbas vê modelê bibin."
"Divê li Sûriyeyê pergaleke nû were avakirin"
Wî di axaftina xwe de behsa rûdanên li Sûriye û Îraqê jî kir û destnîşan kir ku divê li Sûriyeyê êdî şerê çekdarî bi dawî bibe û pergaleke ku tê de refah tê parvekirin were avakirin û got:
"Ji bo ku ciwanên bêsûc berê xwe nedin çiyê, xwîn nerije û di pergala herêmî de aştî were pêkanîn derfeteke dîrokî heye.”
Fîdan daxuyand ku “hinek hêzên derve” jî ji lawazbûna Tirkiyeyê kêfxweş dibin lê Tirkiyeyê bi şiyana xwe ya îstixbaratê ev lîstik pûç kiriye û got:
"Em li dijî ti kesî lîstikan nalîzin lê haya me ji her lîstikên ku li dijî me tên lîstin heye û em bi awayekî meşrû li dijî van lîstikan derdikevin."
"Rêya ku PYD dê bişopîne girîng e"
Fîdan diyar kir ku di demên pêş de girîng e bê ka PYD dê çi rêyê bişopîne û Tirkiyeyê jî di vê mijarê de senaryoyên alternatîv bi pêş xistine.