Hakan Fîdan: Biryara PKKyê giring û dîrokî ye

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser biryara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê got, "Biryara PKK'yê dîrokî û girîng e."

12.05.2025, Pts - 16:03

Hakan Fîdan: Biryara PKKyê giring û dîrokî ye
Nuçe Belav bike

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê civîna Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye-Urdin-Sûriyeyê hat lidarxistin.

Piştî civînê wezîran civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

"Gavên pratîk hene ku dê bên avêtin"

Hakan Fîdan di civîna çapemeniyê de got ku biryara PKKyê ya fesixkirin û danîna çekan biryareke dîrokî û girîng e û wiha got:

"Bi taybetî ji bo serdestbûna aştî û aramiya mayînde li herêma me ez vê biryarê gelekî girîng dibînim.

Piştî standina vê biryarê gavên pratîk hene ku dê bên avêtin. Em dê wan jî ji nêzîk ve bişopînin."

Hakan Fîdan wiha berdewam kir:

"Firehbûna hêj zêdetir a qada demokrasî, azadî, refahê û ewlehiyê ku me li Tirkiyeyê 20 salên dawiyê bi pêş xistiye, belavbûna wê ya ji Tirkiyeyê ji bo dewlet û gelên din ên herêma me bi awayekî erênî mezintirîn xweziya me ye.

Ez bawer dikim ku eger ev biryar bi dilsozî were bicîkirin û bi awayekî ku nîgeraniyên din jî ji holê rake were jiyanê, bi rastî dê ji bo pêşeroja me, ji bo welatiyên me, ji bo her kesî bibe biryareke gelekî xêrdar.

Di vê mijarê de bangeke dîrokî ya Birêz Bahçelî hebû. Îradeya gelekî xurt a Serokkomarê me hebû. Niha bersiveke erênî ya rêxistinê jî di vê mijarê de heye.

Bêguman di vê berpirsiyariya dîrokî de em wekî zarokên vî welatî hemû bi hev re nîşan didin ku em dikarin bi hikmet, hişmendî, aqil û îradeya xwe pirsgirêka xwe çareser bikin.

Ev ji bo gelê min jî, ji bo herêma me jî, ji bo şaristaniya ku em girêdayî wê ne jî bi ya min gaveke gelekî girîng e.

Bi hêviya Xwedê wekî ku min got, dê di pêşerojê de berdewam bike.

Yanî di pratîkê de gelekî tişt hene ku divê bên kirin, gelekî mijarên bi hûrgilî hene.

Lê îro ez naxwazim li ser vê fezaya giştî ya erênî tiştekî din bibêjim.

Îro piştî nîvro kabîneya me heye. Em dê li wir di bin serokatiya Serokkomarê me de kom bibin.

Ez bawer im ev mijar dê were rojevê û Serokkomarê me jî dê nirxandinên xwe yên dawî di vê mijarê de bi gelê me re parve bike."

 

Vî nûçeyê tevayî: 77 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:00:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x