Hikûmeta tirk: Ji bo derxistina PYDê ji Minbincê hevdîtin berdewam dikin

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmeta AKPê Numan Kurtulmuş li ser pirsa videoya derbarê şewitandina leşkerên artêşa tirk ji hêla DAIŞê ve got: “Agahiya ku ji hêla Wezareta Berevaniya Milî û Hêzên Çekdar ên Tirk ve hatiye piştrastkirin nîne.” Di vê navberê de Kurtulmuş diyar kir ku ji bo derxistina PYDê ji Minbicê hevdîtin berdewam dikin.

27.12.2016, Sal - 12:30

Hikûmeta tirk: Ji bo derxistina PYDê ji Minbincê hevdîtin berdewam dikin
Nuçe Belav bike

Piştî civîna Desteya Weziran a hikûmeta AKPê berdevkê hikûmetê Nûman Kurtulmuş derket pêşberî çapemeniyê. Ji Kurtulmuş derbarê videoya ku DAIŞê leşkerên artêşa tirk şewitandiye de pirs hate kirin.

Bi gotina Kurtulmuş a ku digot "Ti agahiyek ku hîna ji hêla Hêzên Çekdar ve hatiye piştrastkirin nîne. Heke ku agahiyek bê erêkirin were em ê parve bikin. Rêxistinên wiha rêxistinên terorê yên herî ketûberî ne. Dixwazin tirsê di nava gel de belav bikin" re cara pêşiye ku hikûmetê derbarê bûyerê de nirxandin kir.

Kurtulmuş spasiya xwe ji bo wî rojnamegerî pêşkêş kir ku ev pirs kiriye.

Kurtulmuş got: "Bila hin hevalên di medyayê de hay ji xwe hebin. Medyaya civakî ne medyayeke wisa ye ku bêbersiyarî weşanê li wir bikin. Xerakirina morale gelê tirk ne welatperwerî ye. Di medyaya netewî de piştgiriyeke cidî heye." Di vê navberê de Kurtulmuş diyar kir ku ji bo derxistina PYDê ji Minbicê hevdîtin berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1461 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:33:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x