Îraq û Tirkiyeyê 11 peyman îmze kirin

Bi amadebûna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di navbera Tirkiye û Îraqê de 11 peyman hatin îmzekirin.

09.05.2025, Cum - 11:48

Îraq û Tirkiyeyê 11 peyman îmze kirin
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îraqê li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li Koşka Serokomariyê civiyan.

Di civînê de heyetên her du welatan amade bûn.

Piştî civînê bi amadebûna Erdogan û Sûdanî di navbera Tirkiye û Îraqê de 11 peymanên di warên leşkerî, guherîna avhewayê, rêgiriya bazirganiya madeyên hişbir, parastin, perwerde, dad û hevahengiya di navbera her du welatan û çend warên din de hatin îmzekirin.

Piştî îmzekirina peymanan serokên her du welatan daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê saz kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand piştî serdana wî ya par a Îraqê pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê bi pêş ve çûne û got:

“Me di civînên xwe de pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê bi berfirehî gotûbêj kirin.

Me ti caran aramiya Îraqê ji ya welatê xwe cuda nedîtiye û nabînin.”

Erdogan diyar kir ew di civîna li gel Sûdanî de bi girîngî li ser hevkariya di warên ewlehî û “rûbirûbûna terorê” de rawestiyane û anî ziman:

“Me pêdagiriya xwe ya li ser berdewamiya rûbirûbûna hevbeş a li dijî PKK, FETO û DAIŞê de piştrast kir ku bi qasî Tirkiyeyê li ser ewlehiya neteweyî ya Îraqê jî gef in.

Me careke din tekez kir ku li herêma me cihê terorê nîne.”

“Rêya Bipêşketinê dê sûdeke mezin bigihîne”

Erdogan eşkere kir ku sala borî asta wan a bazirganiyê ya bi Îraqê re nêzîkî 18 milyar dolarên Amerîkî bûye û da zanîn:

“Em di wê baweriyê de ne ku potansiyela me gelekî zêdetir e.

Em bi vê nêzîkatiyê li ser hewldanên xwe berdewam in.”

Serokkomarê Tirkiyeyê behsa projeya Rêya Bipêşketinê jî kir û got:

“Projeya Rêya Bipêşketinê dê sûdeke mezin bigihîne aramî û xweşguzeraniya Îraqê û herêma me.

Me di civîna xwe de ew gavên ku bilez ji bo bicihanîna projeyê bên avêtin nirxandin.

Em hemû welatên ku bala wan li ser Rêya Bipêşketinê ye vedixwînin ku bibin beşeke vê projeya stratejîk.”

Erdogan amaje bi destpêkirina hinardekirina petrola Başûrê Kurdistanê ya bi rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê jî da û anî ziman:

“Em dixwazin di mijarên wekî ji nû ve destpêkirina veguhastina petrolê ya bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê de bilez bi pêş ve biçin.

Bi taybetî em dixwazin hevkariya xwe ya kûr a di warê elektrîkê de, di gaza xwezayî û warên din ên enerjiyê de jî berfireh bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 101 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:33:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x