Leyla Zana: Banga Birêz Ocalan derfeteke dîrokî ye

Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê got, “Ji bo ku li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Kurdistanê komkujî xelas bibin banga Birêz Ocalan derfeteke dîrokî ye.”

17.03.2025, Pts - 10:43

Leyla Zana: Banga Birêz Ocalan derfeteke dîrokî ye
Nuçe Belav bike

Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê bi rêya hesabê xwe yê Xê diyar kir ku “Êşa komkujiya Helebceyê hîn jî teze ye” û got:

“Di salvegera birîna Helebceyê ya ku nakewe de, ji bo ku li Rojhilata Navîn û erdnîgariya Kurdistanê komkujî xelas bibin banga Birêz Ocalan derfeteke dîrokî ye.”

Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwest ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

“Divê mirov xwe ji bin bar nede alî”

Leyla Zanayê diyar kir ku ev banga Abdullah gelekî girîng e û li pey çû:

“Kurdên ku li hemberî komkujiyan, mirinê, zorî, zext û gefan çok nedaniye, îro jî bo aştiyeke birûmet û mayînde biryardariya xwe didomînin.

Bi rêz, rehmet û spasdarî kesên ku li Helebceyê hatine qetilkirin bi bîr tînim. Ji bo ku ev êş careke din neyên dîtin, divê mirov xwe ji bin bar nede alî.

Her çi qasî avakirina ji nû ve zehmet be jî rêya herî rast ev e.

Ked, xebat, hewldan, wêrekî û biryardariyê dixwaze. Ji desthilatê heta mixalefetê, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hewcedarê her kesî, me hemûyan e.”

“Aştî bereket e”

Siyasetmedara Kurd bangî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir ku bi berpirsiyariya xwe rabin û got:

“Ev berpirsiyariya me ya hevbeş e. Aştî bereket e. Jiyan e.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:39:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x