Li bajarekî Tirkiyeyê 4 kes bi çekê hatin kuştin: 3 jin in

Li bajarê Afyonkarahîsarê yê Tirkiyeyê di malekê de 3 jê jin 4 kes bi çekê hatin kuştin.

20.12.2023, Çar - 06:13

Li bajarekî Tirkiyeyê 4 kes bi çekê hatin kuştin: 3 jin in
Nuçe Belav bike

Gumanbar jî ji cihê bûyerê reviya.

Derengiya şeva borî li Taxa Ugurê ya bajarokê Çagirbagê yê ser bi navenda bajarê Afyonkarahîsarê ve u dengê fîşekan ji malekê hat bihîstin.

Ailiyên pêwendîdar hatin agahdarkirin û li ser vê yekê tîmên tenduristiyê û cendirme çûm cihê bûyerê.

Di pişkinîna tîmên tenduristiyê û cendirmeyan de derket ku Havva Ş. bavê wê Adem Ş. dayîka wê Cemîle Ş. û pîrika wê Emîne T. bi çekê hatine kuştin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, gumanbar hevjînê berê yê Havva Ş. Mert Muharrem T. ye.

Parêzgara Afyonkarahîsarê Kubra Guran Yigitbaçiyê da zanîn ku tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê û lêkolînên wan berdewam in.

Kubra Guran Yigitbaçiyê tekez kir ku bi hemû awayekî kar û xebatên hêzên ewlehiyê ji bo girtina kesê gumanbar berdewam dikin û got:

“Ez sersaxiyê ji hemşeriyên xwe re dixwazim. Tîmên me li qadê ne û ji bo girtina gumanbar li ser karê xwe berdewam in.”

Li gorî raporeke Saziya Umutê, di dema 211 rojên sala 2023yan de hezar û 938 bûyer çêbûne.

Di wan bûyeran de 200 kesan tawanê bi çekê kirine. 20 bi tivingê û yên din jî bi demançeyê bûne.

Piranî wiha dibêjin ku bi çekê xwe diparêzin lê ji sedî 20ê wan tawanên çek di wan de hatiye bikaranîn, pirsgirêkên nav malbatê bûne.

Bi giştî di ji sedî 85ê bûyeran de çek hatiye bikaranîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:42:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x