Li sînorê Sûriyeyê êriş: Leşkerek tirk jiyana ji dest da

Hat ragihandin ku li sînorê Sûriyeyê yê bi ser navçeya Reyhanliya Hatayê li dijî Qereqola Bukulmezê êrişeke çekdarî hat kirin. Di êrişê de leşkerekî tirk hat kuştin.

22.03.2017, Çar - 09:02

Li sînorê Sûriyeyê êriş: Leşkerek tirk jiyana ji dest da
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku li sînorê Sûriyeyê yê bi ser navçeya Reyhanliya Hatayê li dijî Qereqola Bukulmezê êrişeke çekdarî hat kirin. Di êrişê de leşkerekî tirk hat kuştin.Li gorî zanyariyên berdest, ji herêma bajarokê Atma yê Sûriyeyê ku di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de ye li dijî Tirkiyeyê êrişa çekdarî pêk hat. Di encama êrişa çekdarî de leşkerekî Qereqola Bukulmez a sînorê Reyhanliyê birîndar bû.

Tîmên tendirustî leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Reyhanliyê, lê digel hemû mudaxeleyan leşkerê tirk jiyana xwe ji dest da. Li gorî zanyariyan leşker li ser nifûsa bajarê Rijayê qeydkirî bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1635 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:23:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x