Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî 21ê Adarê demjimêr 21:00ê êvarê bi 8 guleyên kalaşnîkov êrîş li avahiya Konsulxaneya Iraqê ya li Stenbolê hat kirin.
Wezareta Derve ragihand, Konsulê Giştî yê Iraqê li Stenbolê û nûnerên konsolxaneyê ji bo lêkolînkirina bûyerê, gihîştin cihê bûyerê.
Da zanîn jî, desthilatdarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê kolanên derdora konsulxaneyê girtin û lêpirsîn dan destpêkirin.
Wezareta Derve ya Iraqê diyar kir jî, ew bi aliyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê re di peywendiyê de ne, da ku sedemên bûyerê aşkere bikin.
Herwiha tekezî li ser giringiya bihêzkirina tedbîrên pêwîst kir, bo parastina nûneratiyên dîplomatîk li gor rêkeftinên navdewletî.
Ev yek di demekê de ye, li Stenbolê xwepêşandan li dijî desthilatên Tirkiyeyê tê kirin, wek nerazîbûnekê li girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû.