Li navçeya Çerkezkoyê ya Tekîrdagê Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çanda Mezopotamyayê hat vekirin.
Li komeleya ku li herêma Trakyayê yekemîn e, ji bilî dersên Kurmancî û Kirmenckî/Zzakî yên dê kursên enstrumanan, bi taybetî jî erbane bên dayîn.
Komele bi beşdariya Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez û hevserokên komeleyê bi merasîmekê hat vekirin.
Gelek saziyên jinan û saziyên sivîl beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Di vekirinê merasîma vekirinê de dengbêj stran gotin, erbane hatin lêxistin, helbest û stranên Kurdî hatin gotin.
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez jî axivî û xwest Kurdî bibe xwedî statu.
“Zimanê Kurdî nirxekî herî bingehîn ê neteweya Kurd e”
Ji mamosteyên komeleyê Cevdet Zîlanli jî bal kişand ser vê yekê ku polîtîkaya asîmîlekirina Kurdî berdewam dike û got:
Neteweya kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye. Zimanê Kurdî jî nirxekî herî bingehîn ê neteweya Kurd û hemû mirovahiyê ye.
Sed mixabin bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya Kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku wekî gelek çand û zimanên cuda, çand û zimanê Kurdî jî ji holê bê rakirin.
Lê di encama têkoşîna neteweya Kurd de ev hewldan têk çûn.
Em dibînin ku li şûna wê, pêkanînên li dijî zimanê Kurdî hatin nûjenkirin, zimanê Kurdî hîn jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin.
“Zextên li ser Kurdî bi awayên cuda berdewam dikin”
Bi rê û rêbazên nûjenkirî yên cur bi cur tunehesibandin, qedexekirin, dorpêç û pişaftina li ser zimanê Kurdî bi awayên cuda berdewam dikin.
Bi serwerkirina zimanê Tirkî ya li her derê Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn hewl didin zimanê Kurdî ji holê rabe.
Ev yek sûcekî mirovahiyê ye. Bê guman em Kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev yek pêk bê.
Jiyaneke bêkurdî ji bo me Kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e.
“Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûnê ye”
Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e.
Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye, mifteya azadiya me ya ji her milî ve ye.
Zimanê Kurdî xeta me ya herî sor e.
Her wiha Zîlanli got ku divê nasname, nirx, mafên neteweya Kurd bi taybetî zimanê Kurdî û statûya xwerêveberiya Kurdan ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bê naskirin û bi destûrê bê parastin."