Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş beşdarî weşana zindî ya TV 100ê bû û li ser pêvajoyê axivî.
Numan Kurtulmuş, li ser pêvajoyê daxuyaniyên girîng da û wiha got:
"Dê kesên ku dixwazin vê pêvajoyê asteng bikin û jehrî bikin hebin. Ji ber vê yekê, li vir jî bi awayekî pir baldar tevdigerin.
Dema ku hûn bi demên berê re bidin ber hev, em dibînin ku di vê pêvajoyê de saziyên dewletê pir amade ne û bi awayekî pir cidî nêzîkî mijarê dibin.
Eger em bifikirin ku di demên berê de kesên wekî FETOyê yên ku jehr belav dikir di nav saziyên dewletê de nînin.
Ez bi xwe ji roja pêşîn ve yek ji wan kesan im ku bawer dikim ev pêvajo dê bi serketinê biqede, lê belê pêdiviya wê bi xebatên zêde û dîqetê heye.
Em tim hewl didin di vê pêvajoyê de bibêjin, divê her kes sed caran bifikire û carekê biaxive. Yanî divê em bi baldarî pêvajoyê bi rê ve bibin."
"Divê êdî gava duyem bê avêtin"
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê tekez kir ku piştî bangên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo danîna çekan û fesixkirina rêxistinê, divê êdî gaveke duyem bê avêtin û divê rêxistin bi hemû beşên xwe bibêje "Me êdî çek danîn, me dît ku teror ne rêyeke bi encam e.
Hemû sedemên ku teror derxistiye holê û bûne sedema ku em bikevin vê pêvajoyê rabûne, û em çekên xwe datînin."
"Piştî çekdanînê pêvajo dê derkeve holê"
Li ser pirsa têkildarî dema danîna çekan, Kurtulmuş ev bersiv da:
"Helbet demek jê re heye lê ez dê li ser vê demê tiştekî nebêjim. Li vir, çawa ku Îmraliyê bi daxuyaniya ewil ve gavek di beşa têkildarî xwe de avêt, êdî ne em in ku dê bersivê bidin, yên ku dê bersivê bidin hemû beşên rêxistinê ne.
Divê hemû bibêjin 'Me çek danîn.' Piştî wê jî êdî pêvajo dê derkeve holê. Dema ku tiştekî dest pê kir divê êdî were encamkirin.
Ev dê ji bo xêra her kesî be. Ez bawer dikim ku ev dê di demeke pir kurt de bi dawî bibe."