Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk beşdarî bultena Haberturkê bû mijarên li rojevê nirxandin.
Çelîk da zanîn ku ku ev pêvajo li ber sabotajên siyasî vekiriye û got:
"Gelek saziyên fermî û nefermî hene ku dixwazin ji derve midaxeleyî vê meseleyê bikin.
Em dizanin ku saziyên îstixbaratî yên hinek dewletan jî dixwazin midaxeleyî van pêvajoyan bikin."
"Ne danîna çekan, teslîmkirina çekan û fesixkirina rêxistinê"
Çelîk diyar kir ku armanc ne danîna çekan e, armanca wan teslîmkirina çekan û xwefesixkirina hemû saziyên rêxistinê ye û wiha axivî:
"Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê ye. Şaxên wê yên li Îraq, Îran û Sûriyeyê jî dihewîne.
Dînamîka her herêmê cuda ye lê ya bingehîn ew e ku neyartî li dijî Tirkiyeyê neyê kirin û teror bi temamî were bidawîkirin."
"Lozan destkeftiya me ye"
Omer Çelîk got ku “Peymana Lozanê tapoya Tirkiyeyê” ye û dewam kir:
"Nîqaşên wekî xweserî û federasyonê di rojeva me de nînin. Em li ser bingeha yek milet, yek welat, yek dewlet, yek alê tevdigerin."
"DEM Partî çi ji destê wê hatiye dike"
Omer Çelîk li ser DEM Partiyê û helwesta wê jî ev tişt gotin:
"Pîvana me diyar e, dema piştgirî ji rêxistina terorê re were dayîn, mesafe ji rêxistinên terorê re neyê girtin, em mixatabiyeke siyasî ava nakin.
Dema nêzîkbûna ku sûdê dide demokrasiyê û paşeroja hevpar hebe, em hemû kanalên siyasî vedikin.
Eger nêzîkbûna terora ku xwedî hewldana jiholêrakirina pergala destûrî û serweriya neteweyî be hebe, helwesta me diyar e.
Em li aliyê destûr û komarê ne. Di dema borî de, parlamenterekî bi eslê xwe Ermenî derket û komkujî parast.
Em jî, MHP jî, CHP jî li dijî derketin. Ji ber vê, dema ku tê gotin bila çek bên danîn, bila teror ji rojeva Tirkiyeyê derkeve, mirov rûdine bi hev re diaxive.
Baldarî û xîreta ku DEM Partî didomîne girîng e. Ez dibînim ku ew hewl didin çi ji destê wan tê bikin.
Wan bi eşkereyî dîtinên xwe ji me re gotin û me jî bi eşkereyî ji wan re got.
Rehmetî Sirrî Sureyya piştî ku karê Meclîsê diqediya mesaj dişand û digot 'Em ekîbê kom bikin'.
Em li jûra hevalekî rûdiniştin û diaxivîn."
Berdevkê AK Partiyê her wiha daxuyand ku piştgiriya CHP û DEM Partiyê ya ji bo pêvajoyê “hêja” ye.