Parêzerê Demîrtaş: Berdana wî mimkun e, ceza nehatiye birîn

Parêzerê Selahattîn Demîrtaş li ser îdiayên ku dê were berdan got, “Ev mimkun e, ji ber ku cezayê wî nehatiye birîn.”

28.03.2025, Cum - 11:30

Parêzerê Demîrtaş: Berdana wî mimkun e, ceza nehatiye birîn
Nuçe Belav bike

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Çiriya Paşîn a 2016an ve di Girtîgeha Edîrneyê de girtî ye û îdiayên ku ew dê were berdan tên axaftin.

Parêzerê Selahattîn Demîrtaş û Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar li ser îdiayên berdana Selahattîn Demîrtaş pirsên nûçegihanê ajansa Rûdawê Maşallah Dekak bersivandin.

Parêzerê Selahattîn Demîrtaş Mehmet Emîn Aktar got:

“Ev mimkun e, ji ber ku cezayê wî nehatiye birîn. Ceza hatiye dayîn lê hîn neçûye îstînafê.

Ji ber vê yekê her gav û di her qonaxê de dikare were berdan.

Îro dosya hîn li dadgeha ku doz lê tê dîtin e.

Ji ber vê jî dadgeh dikare biryarê bide û girtina wî bi dawî bike.

Her wiha eger dosya here îstînafê, îstînaf jî dikare wî berde.”

Parêzerê Selahattîn Demîrtaş Mehmet Emîn Aktar da zanîn:

“Li gorî Qanûna Dadgeriyê ya Cezayê hûn dikarin kesekî herî zêde 7 salan ji heman dozê girtî bihêlin.

Demirtaş 8 sal û 5 meh in di girtîgehê de ye.

Ji ber vê jî ji dema herî dirêj a ku qanûnê diyar kiriye zêdetir di girtîgehê de maye.”

“Eger dadgeh li gorî biryara AÎHMê tevbigere divê Demirtaş bê berdan”

Aktar bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHMê) ya li ser Demîrtaş û got:

“Dîwana Mezin hukim daye ku girtina Demîrtaş li dijî huqûqê ye û binpêkirin hene.

Eger dadgeh daxuyaniyê bide ku li gorî biryara AÎHMê tevdigere, divê Demîrtaş berde.”

Aktar diyar kir ku parvekirinên li ser medyaya civakî “ne li ser bingeha agahiyan, li ser hêviyan in.”

Mehmet Emîn Aktar got:

“Her kes tiştê di dilê xwe de dibêje. Gel jî û raya giştî jî vê daxwazê dikin.

Gelek kes dixwazin Demîrtaş bigihêje azadiya xwe.

Ji doh ve gelek kes dipirsin. Tiştekî wiha nîne lê mimkun e.”

“Dadgeha bilind dikare biryara beraetê bide”

Aktar diyar kir, eger biryar li ser Demîrtaş hatibe dayîn jî wî cezayê xwe temam kiriye û pê de çû:

“Li aliyê din, li ser biryarê Îstînaf heye, Temyîz heye. Yanî dê du dadgehên bilind li dozê binêrin.

Ji ber vê yekê ev dadgeh dikarin biryarê betal bikin, dikarin biryara beraetê bidin.

Li gorî hiqûqê ew hîn bêsûc e.”

“Eger biryareke siyasî derkeve Demîrtaş dikare yekser were berdan”

Aktar bi bîr xist ku sala 2019an dadgehê biryara berdanê dabû Demîrtaş û anî ziman:

“Di doza Demîrtaş de hîleyeke hiqûqî hat kirin.

Ji dozekê hat berdan lê yekser biryar dan ku ji dozeke din bê girtin.

Ew cuda, ev cuda gotin û ji wê dîrokê ve girtina wî dest pê kir.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 145 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:36:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x