Pentagonê şandina çek bo Rojava piştrast kir

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine Galloway agahiyan ku behsa wê dikirin, ku Amerîka ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re wesayîtên zirhî şandine, piştrast kir.

31.01.2017, Sal - 19:23

Pentagonê şandina çek bo Rojava piştrast kir
Nuçe Belav bike

Rankine Galloway di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir, ku wan wesayitên zirhî şandine û got: “Me li gorî berpirsatiyên heyî, ji bo hêzên ku li Sûriyê şerê DAIŞê dikin, wezayiyên zirhî şandin. Ev wesayît, dema ku ew ber bi Reqayê ve pêş dikevin, dê wan ji bombeyên destçêkirî yên DAIŞê diparêze.”

Galloway diyar kir, berpirsyariyên ku serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama dabû nehatiye guhertin û siyaseta Pentagonê ya dayîna çekan bo Hêzên Sûriya Demokratîk û komên ereb ên li bin desthilatdariya wan, berdewam e.

Herwiha Galloway anî ziman ku biryara şandina hêzeke bejayî ya 503 kesî neguheriye û got: “Em ji raya giştî re eşkere nakin ku li wê derê çend leşkerên me hene, lê sînora herî jor a hejmara 503ê me derbas nekir. Dibe ku hejmara leşkeran guherî be, li ser vê mijarê nikarim agahiyekê piştrast bikim yan red bikim.”

Hat ragihandin ku di karwana ewil de 200 wesayît hatiye şandin û rojên bê wesayîtên nû dê werin şandin.

Hin dîmenên karwana yekem a çek û otomobîlên leşkerî, li ser medyaya civakî hatibûn belavkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1154 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:27:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x