Pisporê erdhejan: Çarenivîsa 18 parêzgehan dê wekî Mereş û Hatayê be

Pisporê erdhejan Prof. Dr. Nacî Gorur bi çavên girî navên 18 parêzgehên Bakurê Kurdistanê eşkere kir ku ew pêşbînî dike li wan erdhejeke bi hêza 7 pileyan û zêdetir çêbibe û got: “Dê çareneivîsa wan wekî ya Mereş û Hatayê bibe.”

06.12.2023, Çar - 06:11

Pisporê erdhejan: Çarenivîsa 18 parêzgehan dê wekî Mereş û Hatayê be
Nuçe Belav bike

Pisporê erdhejan Prof. Dr. Nacî Gorur duh ji medyaya Tirkiyeyê re axivî û derbarê erdhejan de çend hişyarî dan.

Gorur di axaftina xwe de bi çavên girî navê 18 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê eşkere kirin ku li ser hêla erdhejê ne û ew pêşbînî dike li wan parêzgehan erdhejek bi hêza 7 pileyan û zêdetir çêbibe.

Nacî Gorur ragihand ku di egera erdhejê de dê çarnivîsa her 18 parêzgehan wekîya parêzgeha Mereşa ya Bakurê Kurdistanê û bajarê Hatayê yê Tirkiyê lê bê.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de zerer û ziyaneke zêde ya canî û maddî gihiştibû her du parêzgehên navborî.

Pisporê erdhejan Prof. Dr. Nacî Gorur got:

“18 parêzgeh û gelek navçe li ser hêla erdhejê ne. Yek ji van Mereş û ya din jî Hatay bû. Niha ew bajar nemane. Çarenivîsa wan bajarên li ser hêla erdhejê dê wekî ya Mereş û Hatayê bibe.”

Ew 18 parêzgehên ku Nacî Gorur behsa wan dike ev in:

Parêzgehên Mereş, Çewlîg, Erzingan, Erzirom û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Eskişehir, Denizlî, Mugla, Qeyserî, Tokat, Kocaelî, Osmaniye, Konya, Aydin, Balikesir, Burdur û Manîsa yên Tirkiyeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 216 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:30:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x