Derbarê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û şêwirmendê wî yê çapemeniyê Murat Ongun biryara desteserkirinê hatibû dayîn.
Li gorî hinek malperên nûçeyan ên Tirkiyeyê, Murat Ongun hatiye desteserkirin.
Parlamenterê CHPyê yê Stenbolê Taşkin Ozer jî got, “Ekrem Îmamoglu tê desteserkirin.”
Derbarê rojnameger Îsmaîl Saymaz jî biryara desteserkirinê hat dayîn û polîs li mala wî lêgerînê dikin.
Her wiha hat zanîn ku derbarê 105 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn.