Tirkiyê: Em li Sûriyê namînin

Şêwermendê Serokê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan Ilnor Tşîfîk ragehand ku, piştî jinavbirina DAIŞê Hêza wan li Sûriyê namîne.

24.02.2017, Cum - 12:07

Tirkiyê: Em li Sûriyê namînin
Nuçe Belav bike

Di hevpeyvîneke xwe de li gel kenala RT a Rûsyayê ku, bi zimanê Ingilîzî tê weşandin Şêwermendê Serokê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan Ilnor Tşîfîk ragehan û got: "Piştî têkbirina DAIŞê û vegerandina aştî û aramiyê em naxwazin li Sûriyê bimînin."

Şêwermendê Erdogan di heman hevpeyvîna xwe de da zanîn ku, ew naxwazin şerê rejîma Sûriyê bikin û bi dare zorê Beşar Esed ji desthilatê rakin, lê di heman demê de naxwazin Esed di paşeroja wî welatî de bimîne.

Tê zanîn ku, her yek ji Tirkiyê, Rûsya, Îran, herwiha rejîma Sûriyê û opozîsyona wê ya Tirkiyê piştgiriya wê dike li Astanayê li ser agirbestekê li wî welatî lihevkirin û heta niha ew agirbest didome.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1257 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:22:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x