Di çarçoveya Civîna Nefermî ya Wezîrên Karên Derve yên NATOyê ya li Antalyayê de, di navbera wezîrên karên derve yên Tirkiye, Amerîka û Sûriyeyê de civîneke sêalî ya girîng hat lidarxistin.
Di civîna ku bi mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Navenda Kongreyê ya NESTê hat kirin de, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî û Senatorê Amerîkayê Lindsey Grahamê ku bi Rubio re bû beşdar bûn.
Li gorî nûçeya AAyê ya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve radigihîne, civîna ku nêzîkî du saetan domand di “atmosfereke samîmî û erênî” de derbas bû.
Aliyan gelek mijar, bi taybetî mijarên ewlehî, aramî û mirovî bi awayekî berfireh nirxandin.
Fîdan: Gelê Sûriyeyê aramî û refahê dixwaze
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdanê ku civîn da destpêkirin bal kişand ser daxwaza gelê Sûriyeyê ya ji bo jiyaneke ewle û refah.
Fîdan anî ziman ku mijarên ku di hevdîtina di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de li Riyadê bi beşdariya onlineya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hatibûn rojevê, bi awayekî hûrgilî hatine gotûbêjkirin û tekez kir ku pêwîst e pêşhatên li Sûriyeyê bi rêyeke rast berdewam bikin.
Fîdan her wiha destnîşan kir ku berdewamkirina pêwendiyên Amerîkayê ya bi birêvebiriya Sûriyeyê re ji bo aştiya herêmê girîng e.
Hakan Fîdan diyar kir ku Sûriye di têkoşîna li dijî DAIŞê de biryardar.
Amerîkayê bal kişand ser asayîkirin û baweriyê
Alîkara Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce, di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya piştî civînê de anî ziman ku Wezîr Marco Rubio, piştî hevdîtina dîrokî ya di navbera Donald Trump û Ehmed Şer de ku 14ê Gulanê li Erebistana Siûdî hat kirin, li Tirkiyeyê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re civiya.
Bruce diyar kir ku Rubio anî ziman ku Amerîka ji bo misogerkirina aramiya Sûriyeyê piştgiriya sivikkirina cezayan dike.
Bruce her wiha diyar kir ku daxwazên birêvebiriya Sûriyeyê yên ji bo aştiyê bi Îsraîlê, hewldanên rakirina bandora Îranê, biryardariya derxistina holê ya çarenivîsa welatiyên Amerîkayê yên winda an hatî kuştin û taahhudên ji bo jiholêrakirina çekên kîmyeyî bi kêfxweşî tên pejirandin.
Rubio her wiha tekez kir ku parastina mafên mirovan ên hemû Sûriyeyiyan gelekî girîng e.
Aliyê Amerîkayê anî ziman ku ew amade ne piştgiriyê bidin da ku Sûriye careke din li ser lingên xwe bisekine û diyar kir ku divê astengiyên li ber vê pêvajoyê bên rakirin.
Washingtonê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de dabînkirina baweriya dualî dê diyarker be û biryardariya Tirkiyeyê ya di têkoşîna li dijî terorê de jî gelekî girîng e.
Sûriye: Rakirina cezayan ji bo avakirina Sûriyeya nû şert e
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî jî diyar kir ku gelê Sûriyeyê dixwaze bi civaka navneteweyî re tevlîhev be û xwest ku şansek bê dayîn ji bo gihiştina aramî û refahê.
Şeybanî destnîşan kir, piştî 45 salan cara yekem e ku gelê Sûriyeyê xwe bi rê ve dibe, biryardariya xwe ya di têkoşîna li dijî DAIŞê de dubare kir.
Aliyê Sûriyeyê anî ziman ku rakirina dorpêçan ji bo “avakirina Sûriyeya nû” gelekî girîng e û ew amade ne beşdarî pêkanîna aramiya herêmê bibin.